Li Mereşê tespîta xesarê: Xîzê çem û melzemeyê xerab hatiye bikaranîn!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji ber erdhejên Mereşê, li bajêr bi sedan avahiyan xesar dîtiye û bi dahan avahî jî hilweşiyan e. Ekîba Wanê ya Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirkiyeyê çû herêma erdhejê û li vir xesar tespît kir. Endezyarê Înşaatê Firat Durmaz, got ku wan dîtîye ku di çêkirina avahiyan de xîzêr çem hatiye bikaranîn.

Li Mereşê di 6 Sibatê de du erdhejên bi mezinahî 7,7 û 7,6 pile rû dan û bandor li 11 bajaran kiribû. Piştî erdhejê Ekîba Wanê ya Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirkiyeyê çû herêma erdhejê û li vir xesar tespît kir. Di çarçoveya xebatê de li ser 5 hezar 600 malan lêkolîn hatiye kirin û diyar bûye ku ji van 350 avahî bi giranî xesar dîtine. Heyetê her wiha destnîşan kir ku bo 450 avahiyan jî pêdivî bi hêzkirinê heye. Serokê Odeya Endezyarên Înşaatê (ÎMO) yê Şaxa Wanê û Endezyarê Înşaatê Firat Durmaz, çavdêrî û tespîtên xwe bi Serhat Newsê re parve kir.

Li Mereşê tespîta xesarê: Xîzê çem û melzemeyê xerab hatiye bikaranîn! - 9BC719DE 3EAF 439A AF99 0E7257D8F791 1024x768 1
Firat Durmaz

Durmaz diyar kir ku tevî ekîbeke ji 75 kesan pêk dihat wan li Mereşê lêkolîn kirine û wiha domand: “Me li ser 5 hezar û 600 avahiyan lêkolîn pêk anî. Ji van 350 avahî bi giranî xesar dîtine. Di nava wan de camî û hin avahiyên din ên cemaweriyê jî hene. Dîsa ji van avahiyan nêzî 450 pêdivî bi hêzkirinê hene. Avahiyên ku xerabûne ji ber îhmalkariyê hilweşiyan e.”

Li Mereşê tespîta xesarê: Xîzê çem û melzemeyê xerab hatiye bikaranîn! - 271A327B E3C9 47C6 B502 C2C8F252CE5B 750x1000 1

Durmaz derbirî ku ji ber du sedeman li ser avahiyan ji ber erdhejê xesar çûbûye û ev sedem wiha rêz kir: “Ya yekem sedemên avadaniyê ye (yapısal). Ya din jîn xetayên tasarimê ne. Di warê avadaniyê de, melzmeyê baş nehatiye bikaranîn û piştî înşaatê mudaxale li avahiyan hatiye kirin. Di warê tasarimê de jî; endezyar û berpisrên din tasarim xelet çêkirine. Kolonên hin avahiyan hatibûn birîn. Di çêkirina avahiyan de xîzê çem hatiye bikaranîn.”

Li Mereşê tespîta xesarê: Xîzê çem û melzemeyê xerab hatiye bikaranîn! - 4C94A03C D6E0 403D 9C05 38DB71D6AAA4 750x1000 1

Di warê perpisyariyê de jî Durmaz got ku şaredarî û mudûriyetên Hawîrdor û Bajarvaniyê yên Bajêr berpirsê kontrolkirina înşaatan in. Durmaz, wiha axivî: “Piştî wan Fîrmayên Kontrola Avahiyan berpisyar in. Li Tirkiyeyê rêziknameya erdhejê her tim tê guhertin. Dê piştî vê erdhejê jî ew cardin bê guhertin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Mereşê tespîta xesarê: Xîzê çem û melzemeyê xerab hatiye bikaranîn!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *