1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Mûşê hemû cure çalakî hatin qedexekirin

Li Mûşê hemû cure çalakî hatin qedexekirin

featured
Bajarê Mûşê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Mûşê hemû cure çalakî bi biryara walîtiyê bo 5 rojan qedexekirin.

Walîtiya Mûşê ragihand ku ji 3’ê Nîsanê saet 00:01’an heta 7’ê Nîsanê saet 23:59’an li bajêr hemû çalakî, xwepêşandan û daxûyaniyên çapemeniyê bo 5 rojan hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya walîtiyê, operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê û hêzên ewlekariyê yên li hemberî PKK’ê li hundir û derveyî sînor berdewam in. Walîtiyê destnîşan kiriye ku di vê çarçoveyê de bi armanca astengkirina çalakiyên wek meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê û vedana çadir û standan bo dema 5 rojan qedexe hatiye ragihandin.

Walîtiyê her wiha diyar kiriye ku çalakiyên fermî yên ji aliyê walîtî û qeymeqamtiyan ve destûr hatine dayîn, nehatine qedexekirin. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Mûşê hemû cure çalakî hatin qedexekirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *