Televîzyona K24’ê ragihandiye ku li bajarê Qamişlo yê bakûrê Sûriyê di encama êrîşeke SÎHA’yê de kesekê jiyana xwe ji dest daye.
Li gor nûçeya Televîzyona K24’ê ku spartiye jêdereke heremî, SÎHA’yeke Tirkiyeyê li gundê Biwêra ya li ser rêya Qamişlo-Tirbesipiyê otomobilek kiriye armanc.
Hat ragihandin ku di encama êrîşa ku li hemberî otomobileke sivîl hatiye pêk anîn de kesekê jiyana xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.
Derbarê nasnameya kesên rastî êrîşê hatine de tu agahî nehatine bidestxistin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver