Demîrtaş: Min bo cara ewil tahliyeya xwe xwest!

featured
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş dîyar kir ku wî di 6’ê Sibatê de serî li dadgehê daye ku ew were berdan.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hevpeywînek daye malpera T24’ê. Demîrtaş di hevpeyvînê de ragihand ku ew nêzî 7 sale di girtîgehê de ye, lê wî cara pêşîyê bo tehliyekirinê serî li dadgehê daye.

Demîrtaş di vê derbarê de wiha gotiye,‘’Çawa ku hiqûq nemaye wîjdan jî pûç bûne. Bi hezaran girtî neçar man ku êş û fikarên felaketê li hindûr, bê çare temaşe bikin’’ Demîrtaş got.

Wî dîyar kir ku ji roja pêşî ya erdhejê ya ku hêz û hêvî daye wan, hevgirtin bûye ku ew roj bi roj pêşde çûye.

Demîrtaş got ku bi hevgirtinê bi hezaran kes piştî erdhejê sax filitîne ku ew li gor wan mijareke girîng e.

Derbarê dema hilbijartinê, jî Demîrtaş gotnabe ku hilbijartin werin paşxistin.

Demîrtaş ku niha di Girtîgeha Edîrneyê de tê ragirtin, dîyar kir ku wateya paşxistina hilbijartinê darbe ye û bang li sîyasetvanan kir ku mafên milet pûç nekin. (Dengê Amerîka)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Demîrtaş: Min bo cara ewil tahliyeya xwe xwest!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *