Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê li Semsûrê bajarê konteyneran ava dike

featured
WÊNE: ŞAREDARİYA BAJARÊ MEZİN A îZMÎRÊ
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê wê li Semsûrê ji bo mexdûrên erdhejê du bajarên ku ji 350 konteyniran pêk tên, ava bike.

Li Semsûrê, ku erdhejên Mereşê li vir bûye sedema wêraniyek mezin, li gor agahiyên AFAD’ê ji bilî deh hezaran qurbaniyan, nêzî du hezar avahî jî hilweşiyan e.

Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê wê li Semsûrê du bajarên konteyniran ava bike. Li bajarên konteyniran ku xebatên erd û binesaziyê bi dawî dibin wê bi giştî 350 konteynirên demkî û qadên civakî hebin.

Midurê Giştî yê Plankirina Avahiya EGEŞEHÎR a Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Kordînatorê Yekeya Koordînasyona Afetê yê Semsûrê Ekrem Tukenmez diyar kir ku ji bo bajarê konteyniran ê were avakirin bi rêxistinên sivîl ên civakî yên herêmê re dixebitin û wiha got: “Me li Semsûrê du noxteyên cuda cih veqetand. Em ê di bajarê konteyniran ku dê li van her du noxteyan bên avakirin de bi Odeya Bijîşkan a Semsûrê re bixebitin. Niha em li qadan xebatên şidandina zemîn û sererastkirina erdê temam dikin. Me planên planên plansaziya konteyniran amade kir.”

 Du bajarên konteyneran tê avakirin  

Tukenmez, da zanîn ku dest bi xebatên binesaziyê yên bajarê konteyner kirine û ev tişt gotin: “Konteynirên me hatin Dema binesazî temam bû em ê derbasî bi cih kirinê bin. Wê di bajarê me yê konteyniran de qadên xizmetên civakî, cilşok, qadên lîstikê yên zarokan klînîkên xizmeta tenduristiyê bidin cih bigirin. Wê di vê qadê de 160 konteynir hebin, 130 konteyner wê ji bo armancên stargehê bên bikaranîn û yên din jî ji bo xebatên civakî bên bikaranîn. Li herêma din jî wê qadeke ku 250 konteyner lê werin bicihkirin hebe. 220 ji wan wê ji bo armancên stargehê bên bikaranîn. Em ê 350 qadên konteyneran ava bikin ku bi giştî hezar û 400 kes bikarin li du qadan bi cih bibin.” (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê li Semsûrê bajarê konteyneran ava dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *