Derbarê Serokomar Erdogan de gilî hate kirin

featured
Bîanet
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hejmareke parêzeran derbarê Serokkomar Erdogan û wezîran de ji ber erdhejê gilî kirin.

61 hiqûqnasên ku bi banga Hiqûqnasên Gelparêz kombûne, têkildarî erdhejê li Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê giliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun, wezîr, walî û şaredarên bajarên ku erdhej lê pêk hatiye, operatorên GSM’ê, mutehît û berpirsiyarên ofîsên kontrolkirina avahiyan kirine.

Li gor nûçeya Bîanetê, parêzeran di daxwaznameyê de ev tewan li Erdogan û kesên din kirine:

”Sedembûna kuştin û birîndarkirina ji yekî zêdetir kesan”, “kuştina bi zanebûn”, “îhmalkarina peywira çavdêriyê”, “îstîsmarkirina peywirê”, “gef”, “heqaret”, “astengkirina agahîgirtinê”, “pêkneanîna berpirsiyariya alikariyênenasîn”, “gendeltî” û “guhertin, veşartin an go ji nav birina delîlên sûc.”

Her wiha parêzeran di daxwaznameyê de gotinên Serokkomar Erdogan yên, “Ev tiştên ku di plana çarenûsê de ne” bibîr xistine û gotine, “Erdogan xwe dispêre çarenûsparêzî ye.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Derbarê Serokomar Erdogan de gilî hate kirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *