Li tevahiya Tirkiyeyê 181 qeçaxçiyên koçberan hatine desteserkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya ragihand ku di 117 operasyonan de, li Tirkiyeyê 181 organîzator û qaçaxçiyên koçberan hatine desteserkirin.

Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên ewlehiyê li navçeyên sînorî li dijî qaçaxçî û organîzatorên qaçaxiya koçberan operasyonek daye destpê kirin.

Yerlîkaya eşkere kir ku hêzên wan di 5 rojên dawiyê de 117 operasyon pêk anîne û di wan operasyonan de 181 kes hatine desteserkirin.

Yerlîkaya ameje bi wê yekê da ku dadgehê ji 181 kesan derbarê 62 ji wan de biryara girtinê daye, 14 kes bi mercê kontrola edlî hatine berdan.

Yerlîkaya herwiha da zanîn ku karûbarên yasayî yên derbarê kesên din de jî berdewam dikin.

Alî Yerlîkaya destnîşan kir ku di operasyonên wan de 4 hezar û 758 koçber hatine desteserkirin û ji bo van koçberan vegerînin welatên wan dixebitin.

Yerlîkaya diyar kir ku ew dê bi koçberiya neyasayî re têbikoşin û dê operasyonên wan ên di vî warî de bidomin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li tevahiya Tirkiyeyê 181 qeçaxçiyên koçberan hatine desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *