Pirtûka nû ya helbestan a Selîm Temo derket

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nivîskar û helbestvan Selîm Temo di pirtûka xwe de navên 361 hespan anîne û li ser 112 ji wan helbest nivîsîne.

Selîm Temo, du sal piştî çapa pirtûka xwe ya bi navê “Pûnga li Bajêr”, pirtûkeke nû ya helbestan çap kir. Navê pirtûka Temo “112 Hesp û Xezelek” e û besta xwe ji hespên dîrok û çanda kurdan girtiye. Temo di pirtûka xwe de navên 361 hespan anîne û li ser 112 ji wan helbest nivîsîne.

Pirtûka nû ya Selîm Temo, “112 Hesp û Xezelek”, Weşanên Darayê çap kir. Pirtûk ji 113 helbestan pêk hatiye ku bi giştî hezar û 94 riste ne. 112 ji van helbestan ji devê hespan in û bi zimanê hespan diaxivin. Helbesta dawîn ku bi forma xezelê hatiye nivîsîn, ji 112 beytan pêk tê. Di vê xezelê de dengê helbestkarî bi xwe tê bihîstin ku hem behsa cîhana xwe dike, hem jî behsa serpêhatiya xwe ya bi hespan re.

Ji Delû Nîgarê heya Sêvoya Sêling, ji Gêjo heya Kose Etmakî, ji Xezalê heya Cilfîferazê, ji Dêroyî heya Hoqabê Şeşpê bi sedan hesp di pirtûka 112 Hesp û Xezelekê de dişehin, dixarin, dixewin û diaxivin. Cumhur Olmez edîtoriya pirtûkê kiriye û bergê pirtûkê ji aliyê Sadik Hangulî ve hatiye çêkirin. (Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Pirtûka nû ya helbestan a Selîm Temo derket

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *