Li Dîlokê frenên barhilgirê teqiyan: 5 kes mirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Dîlokê frênên balhigirê teqîyan. Di encama qezayê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 5 jê giran 17 jî kes birîndar bûn.

Li taxa Sakçagozuyê ya navçeya Nurdaxê ya bir ser Dîlokê li ser rêya sereke ya D-400 a Dîlok-Nurdaxê qezayek çêbû.

Li gorî zanyariyan barhilgirek li 2 mînîbûs û otomobîleke ku li ber çirayên trafîkê rawestiyabûn qelibî.

Di bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 17 kes jî  birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê û birîndar birin nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku rewşa 5 birîndaran giran e.

Waliyê Dîlokê Kemal Çeber jî li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û got:

“Li taxa Sakçagozuyê ya navçeya me ya Nurdaxê, li ser rêya D-400 frenên barhilgirekê teqiyan û li 3 otomobîlên ku li ber çirayên trafîkê rawestiyabûn qelibî.

Mixabin di encama bûyerê de 5 welatiyên me canê xwe ji dest da. 17 welatiyên me jî birîndar bûn. Rê li trafîkê hatiye girtin û tîmên me li cihê bûyerê tedbîrên pêwîst wergirtine.” (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Dîlokê frenên barhilgirê teqiyan: 5 kes mirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *