Koalisyona dijî DAIŞ’ê derbarê operasyonên Tirkiyeyê de daxuyaniyek da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞ’ê derbarê operasyonên Tirkiyeyê yên li hemberî bakûrê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya nivîskî ku li ser medya civakî hatiye belavkirin de, hatiye ragihandin di 24 saetên dawî de li nêzî navendên hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê bê kordînasyon gelek êrîş li dar ketine.

“Em dijî wan wan êrîşan in ku zararê didin aramî û ewlekarîya herêmê. Em tim li hember wan êrîşan in ku dijî hêzên me, hevbendên me û sîvîlan in û zararê didin baldarîya ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê.”

Di daxuyanîyê de hat gotin ku koalîsyon gava bi gefan re rûbirû bimîne ewê bi awayekî rêwa bersîvê bide.

Amerîkayê dîyar kiribû ku wê li Sûrîyê droneke Tirkîyê ya nêzî leşkerên Amerîkî bûye xistiye.

Li Sûrîyê jibo têkoşîna dijî çekdarên DAIŞ’ê bi qasî 900 leşkerên Amerîkî hene.

Bi alîyekî din ve, Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê bo Sûrîyê Geir Pedersen got ku ew dibînin ku Tirkîyê di êrîşan de binesazîya sivîl dike û qûrbanîyên sivîl jivîl hene.

Pedersen hindakirina jîyanê ji hemû alîyan bi tundî şermezar kir û bang li hemî alîyan kir ku demûdest baldarîya herî zêde nîşand bidin.

Pedersen herwiha got ku ew jiber êrîşa dronî ya ser merasîma derçûnê ya akademîyeke leşkerî pir xemgîn e.

Pedersen ser rewşa Îdlibê jî xemberîya xwe dîyar kir û got ku piştî êrîşa li Humsê raportên zêdebûna alozîya li Îdlibê hene ku alîgirên hikûmetê binesazîya sivîl bomberan dikin û êrîşên roketî pêk tînin ku qurbanîyên sivîl jî hene. (Dengê Amerîka)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Koalisyona dijî DAIŞ’ê derbarê operasyonên Tirkiyeyê de daxuyaniyek da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *