Li Qersê qeza: Xwendekarekê jiyana xwe ji dest da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Zerîşat (Arpaçay) a Qersê minîbusa xwendekaran wergeriya. Di encama qezayê de xwendekarekî jiyana xwe ji dest da û 14 xwendekar jî birîndar bûn.

Wesayîta bi plakaya 36 M 1338 ku ajokarê wê Yaşar Polat bû, vê sibê dema ber bi dibistanê ve diçû, di rê de qeza kir. Di qezayê de xwendekarê bi navê Gokhan Polat li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û 9 jê giran bi giştî 14 xwendekar jî birîndar bûn. Xwendekarên birîndar ji Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê re hatin veguhestin.  

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin û ajokarê mînîbusê hate desteserkirin. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Qersê qeza: Xwendekarekê jiyana xwe ji dest da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *