Li Qersê xedeya çalakiyan hate ragihandin

Bajarê Qersê
Bajarê Qersê / Wêne: Midûriyeta Çandê ya Qersê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Walîtiya Qersê, ragihandiye ku li bajar hemû cure çalakî bo 7 rojan hatiye qedexekirin.

Walîtiya Qersê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku ji 4’ê Çile heta 10’ê Çileyê îsal, li bajêr çalakiyên wek xwepêşandan, meş, vedana çadir û daxuyaniyên çapemeniyê, kombûn, komkirina îmzeyan û belavkirina belavokan bo 7 rojan hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku ev biryar beriya merasîma cenazeyê Abdulrahman Kizil ê ku li Fransayê di êrîşekê de jiyana xwe ji dest dabû de, hatiye wergirtin.

Çav li rêye ku cenazeyê Kizil ê ku bi eslê xwe ji Qersê ye îro di 5’ê Çile de li vir bi merasîmekî bê definkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Qersê xedeya çalakiyan hate ragihandin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *