Li Rihayê kesek ji ber deyn hate kuştin

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Rihayê ji ber meseleya deynan di navbera dû koman de pevçûn çêbû. Di pevçûnê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li Taxa Kaleyê ya Siwêregê derengê şeva borî ji ber deynan di navbera dû koman de nîqaş derket û piştre bi çekan gule li hev reşandin.

Di encamê de Yimaz Guzenê 19 salî û Omer Işikê 25 salî birîndar bûn.

Li ser agadarkirin tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Her du kesên birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Lê tevî hemû hewildanên bijîşkî jî Omer Işik li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Yilmaz Guzenê ku birînên wî giran in û rewşa tendirustiya wî xirab e li nexweşxaneya Rihayê tê dermankirin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Rihayê kesek ji ber deyn hate kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *