Li Semsûrê malbatek di govê de jiyan dike

featured
WÊNE AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajaroka Bûlam ya bi ser navçeya Çêlikan a Semsûrê malbateke ku mala wan ji ber erdhejê hilweşiyaye hewl dide di govê de, tevî sewalan jiyana xwe bidomîne.

Di 6’ê Sibatê de li navçeyên Bazarcix  û Elbistan ên Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 du erdhejên mezin çêbûn. Her du erdhej tevî Mereşê li 10 bajaran bûn sedema wêraniyek mezin.

Yek ji bajarên ku erdhejan bandora xwe lê kir bajarê Semsûrê yê. Li gund, navçe û navenda bajar bi hezaran avahî hilweşiyan û bi hezaran mirovan jî jiyana xwe ji dest dan.

Li Semsûrê malbatek di govê de jiyan dike - Li Semsure malbatek di gove de jiyan dike 3

Li Bûlamê 30 kes mirine

Li bajaroka Bûlam a navçeya Çêlikan û gundawarên wê bi dehan avahî hilweşiyane û 30 kes di bin kavilên van avahiyan de jiyana xwe ji dest dane.

Lê tevî vê rewşa xeter jî bi rojan dewlet bi hewara gundiyan ve neçûye û gundiyan bi derfetên xwe cenaze ji bin kavilan derxistine û veşartine. Hê jî dewletê xizmeteke têrkirî neaniye gund û li gorî pêwistiyan konan li gundiyan belav nekiriye. Ji ber vê sedemê gelek gundî di wesayîtên xwe û li mala şînê ya gund de dimînin.

5 kes di govê de jiyan dikin

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li bajaroka Bûlam a bi ser navçeya Çêlikan a Semsûrê ku ji ber erdhejê wêran bûye malbatek di govê de jiyan dike.

Malbata Şensek ku ji 5 kesan pêk tê ji ber ku ji wan re tu alîkarî nehatiye kirin û konê wan tuneye, tevî sewalan di govê de bicih bûne.

Li Semsûrê malbatek di govê de jiyan dike - Li Semsure malbatek di gove de jiyan dike 4

Malbatê di nava kozika berxikan de sobe daniye û li ser vê sobayê xwarina xwe çêdike. Her wiha li ber sobayê nivînên xwe jî daniye û ji neçarî bi miyên xwe re dijî. Di kozika ku ji xwe re kirine de Elîf û Abûzer Şenses û zarokên xwe Şukru û Bariş û dergistiya Bariş, Ceren Gunay dijîn.

‘Em rezîliyê dikişînin’

Elîf Şenses ku derbarê rewşa xwe de axivî wiha got: “Tu halê me dibînî, em hişk bûne. Mala me xesar dîtiye em newirên biçin mala xwe. Tu alîkarî bi me re nakin. Em dixwazin jî nadin me.  Ji ber vê yekê em jî li vir dijîn û 7 roj in em vê rezîliyê dikişînin. Mirin e, em ditirsin. Em ji mirinê ditirsin. Serma pir heye, em ê bişewitin. Êzing û komir tune ye. Ji ber ku em newirên biçin mala xwe em bi şev û roj li vir radikevin.”

Li Semsûrê malbatek di govê de jiyan dike - Li Semsure malbatek di gove de jiyan dike 2

‘Dewletê hêj tu alîkarî nedaye’

Abûzer Şenşes jî ji bo rewşa malbata xwe destnîşan kir ku heke bi deverekê ve biçûna wê pezê wan bêxwedî bimaba û ji ber ku kon nedane wan ji neçarî di nav sewalên xwe de dijîn. Şenses wiha axivî: “Kon tuneye ku em bikevinê. Cihê saxlem goma me ye. Dewlet konan nayne. Ên ku tên jî nagihîjin me. Xwedê ji miletê razîbe tiştên xwarinê ji me re şandine. Dewletê heta niha ji malbata min re tiştek nekiriye û konek jî nedaye me. Dewlet tiştek nade kesî em neçar in ku di vir de bijîn.”

Abûzer Şenses diyar kir ku heke dewletê li bajaroka wan tiştek ava kiribûna wê biçûna lê bimana lê ji ber ku tiştek wiha tuneye neçarî goma sewalên xwe bûne û wiha got: “Dewlet tiştek naşîne tiştên ku tên jî milet û xwarxwaz dişîne. Di nav vê rêxê de jiyan gelek zehmet e. Heke kon bidana me, me yê li rex goma xwe vedana û em ê ji xwe re biketinayê. Em ji neçarî li vir. Heke kon ji me re bê em ê ji vir derkevin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Semsûrê malbatek di govê de jiyan dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *