Li Semsûrê piştî 36 saetan zarokek hate rizgarkirin

featured
WÊNE RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Semsûrê zarokek piştî 36 saetan ji bin kavilên avahiyeke bi saxî hat derxistin.

Li herêmên erdhejê kar û xebatên rizgarkirin û lêgerînê berdewam in. Lê hêj bi sedan kes dibin kavilên avahiyên hilweşiyayî de mane û kesûkarên wan li benda mizgîniyeke xêrê ne.

Yek ji wan bajarên ku erdhej bûye sedema hilweşînek mezin jî Semsûre. Li vî bajarî piştî 36 saetan zarokek ji bin kavilê avahiyekê bi saxî hate derxistin.

Zarok piştî hat rizgarkirin ji nexweşxaneyê re hate veguhestin û hat zanîn ku rewşa wê/wî başe.

Li gor agahiyên fermî, heta niha ji ber erdheja 6’ê Sibatê ya Mereşê 7 hezar û 108 kesan canê xwe ji dest dane û 40 hezar û 910  kes jî birîndar bûne. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Semsûrê piştî 36 saetan zarokek hate rizgarkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *