Li Şemzînan a Colemêrgê agirê Newrozê hate pêxistin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Navçeya Şemzînan a Colemêrgê Newroz hate pîroz kirin. Jinên ku tevli pîrozbahiyê bûne bi kincên xwe yên gelerî qada Newrozê xemilandin.

Pîrozbahiyên Newrozê li Navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi tevlibûna hejmarek zêde welatiyan li Duryana Nexweşxaneya Dewletê hate lidarxistin. Welatiyan kincên gelerî li xwe kirin û vê sibê di bin barîna berfê de berê xwe dan qada Newroze. Piştî lêgerîna polîsan gele Şemzinanê di qadê de cihe xwe wergirt û diruşmeyên ‘HDP gel e, gel li vir e’ û ‘Jin jiyan azadî’ berz kir.

‘Dayîkên Aştîyê’ û endamên Partiya Demokratik a Gelan (HDP) jî tevli pîrozbahiyê bûn.

Kesên tevli Newrozê bûne li beramberî mûzîke govend gerandin. Pişti govendê Parlamanterê HDP’ê ye Colemêrgê Saît Dede derket ser dikê û axiftinek kir. Dede, di axaftina xwe de got ku Newroz cejna azadî û berxwedaneye û ji aliyê kurdan ve bûye xelat ji hemû mirovahiyê re.

Di berdewamiyê de Dede wiha got: “Agirê Newrozê yê ji aliyê Kavayan ve hatiye pêxistin hêj jî li Şemzînane geşe. Newroz nîşaneya jiyana azad û demokratîk e. Ew nîşaneya serîhildana gelen mazlûme.”

Piştî axaftinê pîrozbahîya Newrozê bi gerandina govendan û mûzîkê berdewam kir.

Çavkanî: MA

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Şemzînan a Colemêrgê agirê Newrozê hate pêxistin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *