1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Sêrtê 2 kes hatin kuştin

Li Sêrtê 2 kes hatin kuştin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di encama şerê çekdarî ya di navbera cerdevanan de li Sêrtê 2 kes hatin kuştin, 3 kes jî bîrîndar bûn.

Li gor agahiyan cerdevanên Gundê Sanohê çune gundê Bestanê û ji ber pirsgirêka erdê di navbera her dû aliyan de nîqaş derketiye.

Şer jiber pirsgirêka erd derketiye

Piştî ku nîqaş zêde bûye, cerdevanan dest avêtine çekan û bi hev çûne. Hat ragihandin ku di ecncama şerê çekdarî de 2 cerdevan hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê

Dema ku bûyer hate bihistin hêzên ewlekariyê û tîmên tenduristiyê hatine cihê bûyerê û birîndar bi ambulansan rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Hate destnîşan kirin ku li heremê hêzên ewlekariyê tedbîrên berfireh yên ewlehiyê wergirtine.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Sêrtê 2 kes hatin kuştin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *