Li Urmiyê di qezayeke trafîkê de 6 kes mirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarê Urmiyê di encama du qezayên trafîkê 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Yek ji wan bûyeran li ser rêya Tîkab-Feyzava û bûyera din li ser rêya Mihabad-Urmiyê çêbûye.

Rêveberê Heyva Sor a Urmiyê Hemîd Mehbûbî ragihand ku êvara Çarşemê li 10 kîlometreya rêya Tîkab-Feyzava li başûrê wê parêzgehê bûyereke trafîkê di navbera sê otomobîlên taybet de çêbûye.

Di encama bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Hemîd Mehbûbî got, piştî ku ew ji bûyerê hatine agahdarkirin, wan tîmên hawarçûnê şandine cihê bûyerê û birîndarên bûyerê û termên kesên ku di bûyerê de mirine, rakirine nexweşxaneyê.

Mehbûbû herwiha diyar kir di bûyereke din de li ser rêya Mihabad-Urmiyê, barhilgirek li otomobîleke taybet qelibiye.

Di vê bûyerê de jî kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Bi gotina wî rayedarî, birîndarên wê bûyerê jî birin nexweşxaneyê. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Urmiyê di qezayeke trafîkê de 6 kes mirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *