1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Wan û Colemêrgê hejmarek zozan hatin qedexekirin

Li Wan û Colemêrgê hejmarek zozan hatin qedexekirin

featured
Wêne: MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Walîtîyên Wan û Colemêrgê ragihandin ku li van her du bajaran 185 zozan wekî “Herêma ewlehiyê ya taybet” hatin îlankirin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Colemêrg û Wanê 185 mêrg û zozan wekî “herêma ewlehiyê ya taybet” hatin îlankirin. Li gor giştînameyên ku waliyên her du bajaran belav kirine, şertê “qeyda sicîlê” danîne ber koçerên dê bên her du bajaran. Walîtiya Colemêrgê, di giştînameya xwe de diyar kiriye ku ger xwediyê heywanan û şivan alîkariya rêxistinê û kesên sûcdar bikin û gava kesên wiha bibînin û îxbara wan nekin dê bi tu awayî nikaribin sûdê ji zozanan bigirin.

Di daxuyaniya Walîtiya Wanê de hat eşkerekirin ku li navçeyên Wanê, Elbakê 25, li Westanê 1, li Payîzavayê 24, li Ebexê 5, li Erdîşê 3 û li Rêya Armûşê jî zozanek wekî “herêma ewlehiyê ya taybet” hatine îlankirin. Dîsa hat gotin ku ji bo kesên zozan û mêrgan kirê dikin şertê esasgirtina hemû proseduran û ji bo şivanan jî şertê “qeyda sicîlê” hatiye danîn. Kesên zozan an jî mêrgan kirê bikin divê hemû agahiyên derbarê endamên malbatê de bidin û kesên li gor van pîvanan tevnegerin dê bên dadgehkirin.

Li Colemêrgê jî walîtiya bajêr ji 274 zozanan 117 jê wekî “herêma ewlehiyê ya taybet” îlan kirine. Walîtiyê şertê qeyda sicîlê jî daniye ber kesên biçin zozanan.

Walîtiya Colemêrgê di giştînameya xwe de xwestiye kesên biçin mêr û zozanan sîxurtiyê jî bikin. Walîtiyê diyar kiriye ku gava kesên biçin zozanan, li zozanan çav bi endamên rêxistinê bikevin û wan îxbar nekin dê ji zozanan bên derxistin. Her wiha hatiye ragihandin ku dê kesên biçin zozan û mêrgan tim ji aliyê cerdevan û eskeran ve bên şopandin.

(aa)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wan û Colemêrgê hejmarek zozan hatin qedexekirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *