Li Wanê cihên firotin û serjêkirina qurbaniyan diyar bûn

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li gelemperiya bajêr cihên firotin û serjêkirina qurbaniyan diyar kir.

Tevî ku bo Cejna Qurbanê çend roj mane, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê cihên firotin û serjêkirina qurbaniyan diyar kir. Şaredariyê, li navçeyên navendî yên wekî Rêya Armûşê, Tuşba û Artemêtê bo firotin û serjêkirina qurbaniyan 15 cih diyar kirine.

Li Wanê cihên firotin û serjêkirina qurbaniyan diyar bûn - Li Wane cihen firotin u serjekirina qurbaniyan diyar bun 1
Bazara Heywanan a li navçeya Rêya Armûşê

Cihên firotina qurbaniyan wiha hatine diyarkirin;

1- Bazara Heywanan a li taxa Sixkê / Rêya Armûşê

2- Cadeya Îskelê kêleka Dibistana Koç a Navîn û Seretayî /Tuşba

3- Fabrîqeya Ar a Van Golu ya li ser Bulvara Kinyas Kartal a Taxa Abdurrahman Gazî/Tuşba

4- Li kêleka Qada Futbolê ya Sîteya Otomobilan a Pişeyî/Tuşba

5- Li kêleka Mîgrosa li ser rêya Erdîşê ya Taxa Îstasyonê/Tuşba

6- Li hemberî Dibistana Navîn ya Yunus Emre a li Taxa Esentepe (TOKÎ’ya Kiraciyan)/Artemêt

7- Rawesgeha Dawî ya Qonaxa Sêyan a TOKÎ’yên Nû ya li Taxa Erenkent/Artemêt

8- Li kêlaka mizgefta qona 10’an a li TOKÎ’yên Nû ya Taxa Erenkent/Artemêt

9- Li kêleka Marketa Çetîner a qonaxa 14’an a TOKÎ’yên Nû ya Taxa Erenket/Artemêt

10 – Li hemberî Dibistana Seretayî ya Erdemket a li cem TOKÎ’yên Kevin ya li Taxa Erdemkentê/Artemêt

11- TOKÎ’yên Memur-Senê ya li Taxa Zêwkê (Kavurma)/Artemêt

Cihên bo serjêkirina qurbaniyan hatine diyarkirin

Navçeya Rêya Armûşê:

1- Taxa Sixkê (Selexaneya (Mezbexane) Şaredariyê)

2- Selexaneya Ozsuerler ya taxa Sixkê, li cem Bazara Heywanan

3- Hemû cihên şuştina wesayîtan yên li navçeya Rêya Armûşê

Li Wanê cihên firotin û serjêkirina qurbaniyan diyar bûn - Li Wane cihen firotin u serjekirina qurbaniyan diyar bun 3

Navçeya Artemêtê;

1- Li hemberî Dibistana Navîn ya Yunus Emre a li taxa Esentepe ya li TOKÎ’yên Kiraciyan

2- Rawestgeha Dawî ya qonaxa 3’yan a TOKÎ’yên Nû li Taxa Erenkent

3- Li kêleka mizgefta li qonaxa 10’an a TOKÎ’yên Nû ya li taxa Erenkent

4- Li kêleka Marketa Çetîner a qonaxa 14’an a TOKÎ’yên Nû ya Taxa Erenket

5- Li hemberî Dibistana Seretayî ya Erdemket a li cem TOKÎ’yên Kevin ya li Taxa Erdemkentê

6- TOKÎ’yên Memur-Senê ya li Taxa Zêwkê (Kavurma)

Navçeya Tûşbayê;

1- Li cem goristana kolana Yavuz Selim a Taxa Akkopru

2- Saziya Goşt û Masiyan a Taxa Alakoy

3- Cihê şuştina wesayîtan a li ser cadeya Hidirellez a Taxa Akkopru

4- Kombîneya Goşt a Van Golu li taxa Beyuzumu

5- Cihê şuştina wesayîtan ya li cem goristana kolana Oguzlar a taxa Akkopru

6- Qursa Quranê ya Van Golu, kêleka Petrola Can li taşa Kalecîkê.

Ji bilî van cihan welatî dikarin li 10 navçeyên din yên derveyî navenda Wanê di selexaneyên şaredariyan û cihên ku şaredariyên van navçeyan diyar kirine, qurbaniyên xwe bifiroşin û serjê bikin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê cihên firotin û serjêkirina qurbaniyan diyar bûn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *