Li Wanê gel bo mexdûran bi ruhê seferberiyê tev digere

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Xebatên berhevkirina alîkariyê bo mexdûrên erdhejê ya Platforma Ked û Demokrasiyê bê navber berdewam dike. Welatiyên li Wanê bi ruhê seferberiyê tevli xebatê dibin.

Di 6’ê Sibatê de li navçeyên Bazarcix  û Elbistan ên Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 du erdhejên mezin çêbûn. Her du erdhej tevî Mereşê li 10 bajaran bûn sedema wêraniyek mezin. Piştî erdhejê seranserê herêmê bo mexdûrên erdhejê bi hezaran kes seferber bûn.

‘Erdhej rastiyek jiyanê ye’

Li Wanê jî bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê bo mexdûran kampanyeke alîkarî hate destpêkirin. Rêveberê HDP’ê yê Wanê û Koordinatorê Berhevkirina Alîkariyan Mesût Bor, da zanîn ku heta niha 17 TIR amûrên alîkariyê berhevkirine û şandine herêma erdhejê.

Li Wanê gel bo mexdûran bi ruhê seferberiyê tev digere - van deprem yardim hdp 3 768x576 1

Bor, destnîşan kir ku erdhej rastiyek jiyanê ye û wiha domand: “Li Kurdistanê rîska erdhejê gelek zêde ye. Lê ya girin ew e ku, di dema erdhejê de dewletê tu tişt nekiriye. Di vê erdhejê de me ev yek baş dît.

Heta niha 17 TIR û 2 kamyon tişt hatine şandin

Li Wanê gel bo mexdûran bi ruhê seferberiyê tev digere - van deprem yardim hdp 4 768x576 1
Mesut Bor

Bor ku derbarê xebatan de agahî parvekirin, da zanîn ku ji roja erdhejê heta niha ew xebatên xwe bê navber didomînin û wiha got, “Di destpêkê de me maseya krîzê ava kir. Em tevî platforma demokrasiyê xebatan dimeşînin. Hemû hevalên li vir bi dildarî dixebitin. Taybet jî gelê me yê ji taxan hatine bi berpisyariyek bilind tevli xebatê bûne. Haya me ji herêma erdhejê heye. Tim bi wan re di nava têkiliye de ne. Me heta niha 17 TIR û 2 Kamyon tişt ji herêmê re şandin. 3 TIR’ên me jî amadene bo ku bên şandin. Wê çaxê çi lazimbe li gor rewşê ew wan tiştan ji gel dixwazin. Êdî hewceyî bi nan nemaye. Lê niha xurek, pêdiviyên zarok û jinan lazimin.”

Bor, anî ziman ku piştî tiştên alîkariyê digihin ber destê wan, ew van tişt hilbijêrên û li gor cureyên wan ji hev vediqetînin. Di vî warî de rêxistinbûyîna me pir bi hêze.

Li Wanê gel bo mexdûran bi ruhê seferberiyê tev digere - van deprem yardim hdp 1 768x576 1

Bo malbatên ku ji herêmên erdhejê hatine jî wan a xebat daye destpê kirin. Bor dibêje ku heta niha 45 malbat bicih kirine û niha di destê wan de bo 100 malbatan jî avahî hene.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê gel bo mexdûran bi ruhê seferberiyê tev digere

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *