1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Wanê qedexaya xwepêşendana cardin hat dirêjkirin

Li Wanê qedexaya xwepêşendana cardin hat dirêjkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Bajarê Wanê qedexeya ku ji sala 2016an ve berdewam e careke din bo dema 15 rojan hat dirêjkirin.

Walîtiya Wanê li bajar qedexeya meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê di navbera 29’ê Nîsanê û 13’ê Gulanê de careke din bo 15 rojan dirêj kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi armanca yekparçeyiya dewlet û netewe, rêgirtina binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Her wiha di daxuyaniya walîtiyê de tê ragihandin ku biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê walî û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku li Wanê qedexeya çalakiyan  ev zêdeyî 5 sal in ji 21’ê Mijdara  2016’an ve piştî hewldana derbeya 15’ê  Tîrmehê, ragihandin û her 15 roj carekê bi berdewamî tê dirêj kirin.

Serhat News

(lg)

 

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê qedexaya xwepêşendana cardin hat dirêjkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *