Li Wanê serdagirtinên malan: Hejmarek zêde welatî hatin desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê di encama serdagirtinên malan de herî kêm 11 welatî hatin desteserkirin.

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê vê sibê hêzên girêdayî Midûriyeta Ewlekariyê avayekî hemwext bi ser malan de girtin.

Hat hînbûn ku di encama operasyonê de herî kêm 11 welatî hatine desteserkirin.

Ji kesên hatine desteserkirin yên navê wan hatine hînbûn ev in: Şengul Aci , Nurhan Koçak û Zîlan Koçak.

Hate ragihandin ku kesên desteserkirî bo lêpirsînê ji Midûriyeta Ewlekariya Wanê re hatine veguhestin.

Herwiha hatiye zanîn ku dozgeriyê derbarê dosyaya van kesan de bo 24 saetan, biryara veşariyê ragihandiye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê serdagirtinên malan: Hejmarek zêde welatî hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *