1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Wanê şerê şivanan: Herî kêm 7 kes birîndar bûn

Li Wanê şerê şivanan: Herî kêm 7 kes birîndar bûn

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Miksê ji ber pirsgirêka çerandina zozanan di navbera şivanên 8 gundan de şer derket. Di encama şer de herê kêm 7 kes birîndar bûn.

Li navçeya Miksê ya Wanê, di navbera şivanên gundê Kisor, Arnas, Novî, Raman, Eskîncas, Kincas û Axînê de ji ber çerandina zozanan şer derket. Piştî demekê niştecihên van gundan jî tevli şer bûn û di encamê de 7 welatî birîndar bûn.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ku spartiye gundiyê li herêmê; di navbera niştecihên van gundan de ji ber çerandina zozanan ev çend sale pirsgirêkek heye. Li gor agihan heta niha ji ber vê sedemê gundî çend caran jî şer çûne. Di vê hefteya dawî de cardin di navbera gundiyan gengeşî derket.

Çavkaniyên xwecihî ku derbarê bûyerê de agahî parve kirine, wiha gotin: “Serê sibehê şivanên gundan li hev xistin e. Paşê welatiyên gundan jî mudaxîlê şer bûne û de encamê de 7 kes birîndar bûne. Piştî bûyerê helîkoptêr (Leşkerî) çûne cihê bûyerê û birîndar rakirine nexweşxaneyan. Leşkeran gund dorpêç kiriye.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê şerê şivanan: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *