Li Wanê di depoyekê de 63 koçberên Efxanî hatin desteserkirin.
Ekîbên Fermandariya Cendermeyan a Wanê li navçeya Westanê di depoyekî de 63 koçberên efxanî ku bi avayekî neyasayî sînor derbas kirine binçav kir.
Li gor nûçeya Rûdaw, beşek ji wan koçberan nexweş bûn û beşek ji wan jî di rê de birîndar bûne.
Hat ragihandin ku piştî dermankirina koçberên birîndar, koçberên destserkirî bo Navenda Koç û Koçberan a Wanê hatin şandin.
Beriya niha Walîtiya Wanê ragihandibû ku tenê di Sibata îsal de 3 hezar û 288 koçberên Efxanî û 171 qaçaxçî li Wanê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desterkirin. Herwiha hêzên ewlekariyê heta niha dest danîne ser 68 otomobîlên ku di veguhastina koçberan de dihatin bikaranîn.
(lg)