Li Zanîngeha Harvardê kursa Kurdî tê vekirin

featured
K24
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Zanîngeha Harvardê ku yek ji zanîngehên herî navdar a cîhanê ye, bi zaravayê Soranî, kursa zimanê Kurdî tê vekirin.

Beşa Ziman û Şaristaniyên Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Harvardê ya Amerîkayê kursa zimanê Kurdî bi zaravayê Soranî vedike.

Mamosteyê Kurd ê bi navê Ehmet Mihemedpûr di kursê de wê dersan bide. Hatiye ragihandin ku heta niha hejmarek xwendekarên doktorayê, bo tevli kursê bibin serlêdan kirin e.

Alikar Profesor Ehmet Mihemedpûr, mamosteyê mirovnasî (antropolojî) û civaknasiyê ye.

Li gor nûçeya Kurdistan 24’ê, Mihemedpûr bi ser hesaba xwe ya Facebookê derbarê mijarê de peyamek parve kiriye û dibêje: “Gelek cihê kêfxweşiyê ye ku Zanîngeha Harvard yekem car kursa zimanê Kurdî ji bo xwendekarên doktorayê pêşkêş dike ku hez dikin ligel zimanê Kurdî aşîna bin.”

Ew, herwiha vekirina vê kursê wek pêngaveke girîng û bi sûd, ji bo Kurdan bi nav dike û dibêje: “Ji bo çavkaniya sereke ya kursê, min pirtûkeke Dr. Heyder Xizrî hilbijartiye, bi hêviya xwendekarên zêdetir û herwiha berdewamî û bihêzkirina zêdetir a zimanê Kurdî li Zanîngeha Harvardê.”

Hêjayî gotinê ku ji bilî Harvardê, li Zanîngeha Central Floridayê û her wiha çend zanîngehên din ên Amerikayê jî kursên zimanê Kurdî hatine vekirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Zanîngeha Harvardê kursa Kurdî tê vekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *