1. Haberler
  2. Aktûel
  3. ‘Mafên rojnamegerên girtî tên binpêkirin’

‘Mafên rojnamegerên girtî tên binpêkirin’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Sendîkaya Rojnamegeran ya Tirkiyeyê (TGS) derbarê 16 rojnamevanên Kurd ku zêdetirê 6 mehe girtîne de daxuyaniyek da. TGS ragihand ku rojnamegerên girtî di zindanan de ji mafên xwe yên herî rewa bêpar têne hiştin.

Nûnerê TGS Mahmut Oral derbarê rewşa 16 rojnamegerên Kurd ên 6 meh û nîv beriya niha hatibûn girtin de li nûnertiya TGS’ê ya Amedê civînek çapemeniyê lidar xist. Oral da zanîn ku wekî TGS’ê bi rojnamevanên girtî re hin hevdîtin pêkanîne û got ku di van hefdîtinan de wan testpîk kiriye ku; mafên tenduristiyê, mafên xwegihandina nûçeyan û mafên taybet ên rojnamegerên girtî têne binpêkirin.

Nûnerê TGS’ê Mahmut Oral got, “16 rojnameger 197 roj in girtî ne, lê belê hê jî îdîanemaya wan nehatiye amadekirin.”

Di meha Hezîrana 2022an de 16 rojnamegerên ku xebatkar û endamên Ajansa Mezopotamya, Jinnews û Komeleya Rojnamegeran ya Dîcle-Firatê bûn, hatin zindanîkirin. (K24)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Mafên rojnamegerên girtî tên binpêkirin’
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *