1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Malbata Şenyaşar ev 660 roje di nobeta edeletê de ye

Malbata Şenyaşar ev 660 roje di nobeta edeletê de ye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Pirsûsê ev 660 roje malbata Şenyaşar bo edelet cih were nobetê digire. Malbata Şenyaşar got ku ew ji bo edelet û demokrasiyê nobetê digirin.

Li Rihayê malbata Şenyaşar, li ber edliyaya navçeya Pirsûsê nobeta xwe ya bo edeletê di roja 660’an de berdewam dike.

Li navçeya Pirsûsê, parêzvan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Îbrahîm Halîl Yildizî di 14’ê Hezîrana 2018’ê de bi çekan êrîş li malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encama êrîşê de hevser û du kurên Emîne Şenyaşarê hatibûn kuştin.

Emîne Şenyaşar, ji ber nexweşiyên xwe îro tevlî nobetê nebûye. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî li ber edliyeyê pankarta “Ji malbata Şenyaşar re edalet” vekiriye û çalakiya xwe ya nobetê didomîne.

 ‘Rêya me rêya edelet û demokrasiyê ye’

Malbatê di peyama xwe ya bi ser hesaba medya civakî de gotiye, “Rêya me jiyaneke layiqî rûmeta mirovahiyê ya di nava aştiyê de ye. Rêya me rêya edalet û demokrasiyê ye. Rêya me rêya hemwelatiya wekhev e, rêya azadiyê ye. Her kes baş dizane ku em di doza xwe de mafdar in.”

Çi bûbû?

Di 14’ê Hezîrana 2018’an de di dema xebatên hilbijartinê de li hemberî parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, êrişeke çekdarî pêkhatibû.

Di encama êrişê de birayê Îbrahim Halîl Yildiz, Mehmet Şah Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn.

Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî jiyan ji dest dabûn û bi xwe jî bsrîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Malbata Şenyaşar ev 660 roje di nobeta edeletê de ye
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *