Meteorolojiyê ji bo 6 bajaran hişyariya germê da

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Meteorolojiyê ragihand ku li Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê di navbera 1 û 6’ê Tebaxê de germahiya hewayê wê zêde be

Midûriyeta Herêma 15’emîn ya Meteorolojiyê daxuyand li 6 bajarên herêmê yên wekî Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê, germahiya hewayê ya ku li gor demsalê ye, wê di nav hefteyê de di navbera 2 û 4 pileyan da zêde bibe.

Meteorolojiyê da zanîn ku li bendê ye ku germahiya hewa li Amed, 40-42, Riha 40-42, Mêrdîn 36-39, Êlih 40-43, Sêrt 38-40 û Şirnex 34-37 pile were pîvan.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Zarok, kal û pîr di serî da bila welatî bi taybetî di navbera saet 11.00-16.00’î da dema herî germ ya rojê ye ji bo tavlêxistinê bi tevdîr û hişyar bin.” (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Meteorolojiyê ji bo 6 bajaran hişyariya germê da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *