Li navçeya Sariqamûş a Qersê, tevî destpêka biharê, çivîkên koçber jî vegeriyan herêmê.
![Mizgîniya hatina biharê: Çivîkên koçber vegeriyan - Qers civiken kocber](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2023/03/Qers-civiken-kocber.jpg)
Li navçeya Sariqamûşa ku ji hêla ekolojîk ve gelek dewlemend e, derfet dide ku gelek cinsên heywanên çolê lê bihêwirin. Li herêmê tevî helîna berfê hêdî hêdî pîleya germahiyan jî derdikeve jor.
![Mizgîniya hatina biharê: Çivîkên koçber vegeriyan - Qers civiken kocber1](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2023/03/Qers-civiken-kocber1.jpg)
Li Çemê Keklikê yê raqim 2 hezar û 500 û li rasta Hançerliyê gelek cinsên çivîkan ên wekî rexçêlek, kundên guhbel û werdekên serkesk ji bo hêwirîn û lihevzêdebûnê hatin deverê.
![Mizgîniya hatina biharê: Çivîkên koçber vegeriyan - aa](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2023/03/aa.jpg)
Kordînatorê Zanistî yê Komeleya BakurXweza Emrah Çoban diyar kir ku bi berfhelînê re hatina çivîkên koçber jî dest pê kiriye û wiha domand: “Li Sariqamûşê li cihên dehl û deviyan ên berf lê dihele, hatina çivîkan dest pê kir. Çivîkên mizgîniya biharê hatin.”(AA)
Serhat News
(lg)