Namzeta Partiya Çepên Kesk li Stenbolê hate desteserkirin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Stenbolê, karkerên înşeatê ku muçeyên xwe nagirin çalakî li dar xistin. Polîsan mudaxale li çalakiyê kir û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Kezban Konukçu û 15 karker hatin desteserkirin.

Karkerên endamên Sendîkaya Karkerên Rê, Înşaet û Avahiyan ên Şoreşger (DEV-YAP) ku li şantiyeya Navenda Fînansê ya Stenbolê dixebitin, ev du meh in muçeyên xwe negirtine. Karkeran ji bo vê yekê protesto bikin li ber Emlak Konut GYO çalakî li dar xistin. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Kezban Konukçu jî piştgirî da karkeran.

Namzeta Partiya Çepên Kesk li Stenbolê hate desteserkirin - Kezban Konukcu
Kezban Konukçu/Twitter

Karker bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan û polîsan li ber Emlak Konut GYO ew dorpêç kir. Tevî dorpêça polîsan jî karkeran xwest biçin hundirê avahiyê û bi rayedaran re hevdîtin bikin. Li ser vê yekê polîsan mudaxale li karkeran kir û 15 karker û Kezban Konukçu bi lêdanê hatin desteserkirin. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Namzeta Partiya Çepên Kesk li Stenbolê hate desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *