‘Neyartiya li dijî Kurdî neyartiya li dijî mirovahiyê ye’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Mamosteyê Zimanû Kurdî yê Arsisayê Seyîd Kiliç, ku bi mebesta destpêka heyama perwerdehiyê ya nû daxuyaniyek da, balkişand ser astengiyên li pêş perwerdehiya zimanê zikmakî û wiha got “Neyartiya li dijî kurdî neyartiya li dijî mirovahiyê ye û dijberiya kurdî sûcê mirovahiyê ye.”

Navenda Komeleya Çand, Ziman û Hunerê ya Arsisayê, bi mebesta destpêkirina heyama perwerdehiyê ya nû ku îro destpêkiriye, li gelek navendan bi avayekî hem wext daxuyanî dan. Li Wanê jî bi vê sedemê bi pêşengiya Arsîsayê li Kolana Hunerê daxuyaniyek hat dayîn.

Komeleya Koçberiyê ya Serhedê ( Serhat-Goç Der), Komeleya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER), Komeleya Ji Bo Azadiye Hiqûqnasan (OHD), Komeleya Jinan a Starê, Egîtîm Sen, TMMOB, Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di daxûyanîyê de durişmeya ‘Bê ziman Jîyan nabe’ hat berzkirin û pankarta ‘Ziman kirdeya hest û ramanêye, em perwerdehîya Kurdî di xwazin’ hate vekirin.

Mamosteyê Zimanê Kurdî yê Arsîsayê Seyyîd Kiliç, li ser navê komê daxuyanî xwend. Kiliç, got ku, îro serdema perwerdehiyê ya salên 2022-2023 yan dest pê dike û wiha pêde çû: “Wekî 99 salên borî, dê bi milyonan zarokên Kurd dîsa li dibistanên ku ji bo xwendekarên kurd aşên pişaftinê ne, werin helandin, dê di hemû astên perwerdehiyê de ji mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî bêpar bên hiştin. Dijminahiya li dijî zimanê Kurdî ne tenê di qada perwerdehiyê de derdikeve holê; di her qada jiyanê de derdikeve holê. Tunehesibandin, pişaftin û hewldanên jiholêrakirina Kurdî bi rê û rêbazên nûjenkirî didomin. Bi qedexe û astengkirina Kurdî ya ji gelek aliyan ve dewlet kurdî dorpêç dike, krîmînalîze dike û bi gelek zext, êriş û qedexekirinan saziyên Kurdî yên ku di encama têkoşîna gelê Kurd ê azadîxwaz de hatine sazkirin, digire.”

‘Kurdî rûmet, hebûn, xwebûn û nasnameya me ya neteweyî ye’

Kiliç axiftina xwe wiha berdewamkir; “Dixwaze Kurdî ji civaka Kurd qut bike û di nava demê de ji holê rake û bi vî awayî kurdîkujiyê pêk bîne, bi riya ji holêrakirina Kurdî stûna bingehîn a têkoşîna kurdan a azadiyê ji holê rake û di encamê de gelê kurd ji holê rake. Lê, çi bibe bila bibe, gelê kurd destûrê nade vê yekê. Divê baş bê zanîn ku em bi dehan milyon kurd li her derê Kurdistanê xwedî li ziman û çanda xwe ya dewlemend derketine û dê derkevin. Me kurdan ji bo kurdî û hemû nirxên xwe yên neteweyî gelek berdêl dane, ku pêwîst be, dê hê zêdetir jî bidin. Lewra em wek gelê kurd baş dizanin ku kurdî rûmet, hebûn, xwebûn û nasnameya  me ya neteweyî ye. Kurdî mifteya azadiya neteweya kurd a dîrokî, civakî û polîtîk e. Ku kurdî tune bibe, ev hemû tune dibin. Çawa ku kurdî nirxekî herî qedîm, binirx û dewlemend ê kurdan e, yê mirovahiyê ye jî. Ji ber vê yekê, neyartiya li dijî kurdî neyartiya li dijî mirovahiyê ye û dijberiya kurdî sûcê mirovahiyê ye.”

‘Pêwîste ku zimanê Kurdî her roj û li her qadê, bi ruhê seferberiyê bilind bikin’

Di dawiya axaftina xwe de banga xwedîderketina zimanê Kurdî kir û wiha axivî: “Li ser vê bingehê, erebî, farisî, tirkî û gelek zimanên din xwedî kîjan mafan bin divê kurdî jî xwedî wan mafan be. Divê ji pêşdibistanê heta zanîngehê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Divê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî. Ji bo vê jî divê dewleta Tirkiyeyê û dewletên din, di serî de zimanê kurdî hemû mafên gelê kurd ên neteweyî di zagonên bingehîn de qebûl bike, fermî bike û bi peymanên navneteweyî mîsoger bike. Ji bo ku ev yek pêk bê, em bang û gazî li hemû kurdên li her dera Kurdistan û cihanê û hemû kesên ku ji xwe re dibêjin mirov, dikin ku têkoşîna parastin û pêşxistina kurdî, têkoşîna perwerdehiya bi kurdî û têkoşîna fermîbûna zimanê kurdî her roj û li her qadê, bi ruhê seferberiyê bilind bikin.”

Nûçe: Şehrîban Abî

Serhat News

(Şa/lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Neyartiya li dijî Kurdî neyartiya li dijî mirovahiyê ye’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *