1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Nivîskar Margosyan ji axê re hate spartin

Nivîskar Margosyan ji axê re hate spartin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nivîskarê Ermenî yê ji Amedê Migirdîç Margosyan ku demek beriya niha jiyana xwe ji dest dabû li Stenbolê ji axê re hate spartin.

Nivîskarê Ermenî Migirdîç Margosyan ku li ser çand û pêkvejiyana li Amedê gelek pirtûk nivisî bû, di 84 saliya xwe de çûbû ser dilovaniya xwe.

Ji bo Margosyan li Dêra Dayika Meryem a Stenbolê merasîmeke olî hat sazkirin.

Gelek siyasetmedarên ji partiyên cuda, nivîskar û dostên Margosyan beşdarî merasîma li dêrê bûn û bal kişandin ser berhem û keda wî ku hewla pêkvejiyana ji pêkhateyên cuda dida.

Cenazeyê Margosyan piştî merasîma li dêrê bo veşartinê bi diayan hat şandin bo goristana Ermenan a Şîşliyê.

Şêxmus Dîken ê nivîskar û dostê wî axa ji gundê bavê Margosyan ji gundê Heredan ê  Pîrana Amedê anîbû li ser gorê belav kir.

Margosyan 23’yê Kanûnê sala 1938’an de li Amedê li taxa Xançepek bi navekî din li taxa Fileyan ji dayîk bûbû.

Nivîskarê Ermen ê Amedê gelek çîrokên li ser Ermenan û li ser bajarê qedîm Amedê pirtûk nivîsî û bi van berheman bala mirovan kişand ser çand û pêkvejiyana jiyana Ermen û Kurdan li Amedê.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nivîskar Margosyan ji axê re hate spartin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *