Nivîskar-Rojnamevan Candemîr ji Partiya Keskan a Çep bernamzetiya xwe ragihand

Nivîskar û Rojnamevan Oktay Candemîr
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nivîskar û Rojnamevan Oktay Candemîr bo ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bibe parlamenterê Partiya Keskan a Çep, serlêdana bernamzetiyê kir.

Oktay Candemîr kiye?

Oktay Candemîr, di sala 1976’an de li Qelqeyila Wanê ji dayîk bû. Di sala 2003’an de di Ajansa Nûçeya a Dîcleyê de dest bi karê rojnamegeriyê kir. Candemîr heta niha gelek nûçeyên gîrîng çêkirine û navê xwe daye bihistin. Candemîr di sala 2011’an de di çarçoveya operasyonên KCK’ê de hate girtin û salekî di girtîgehên Sîlîvrî û Kandirayê hate ragirtin. Pişt re di sala 2018’an de wekî Şewirmendê Çapemeniyê li Rêxistina HDP’ê ya Wanê xebitî. Candemîr di van salên dawî li bajêr rojnamevaniya serbest dike û heta niha derbarê wî de nêzî 50 lêpirsîn hatine vekirin.

Derbarê wî de bi hinceta ku heqeret li Serokomar, Wezîrê Navxweyî, Waliyê Wanê û Parlamenterên AKP’ê kiriye lêpirsîn hatine destpêkirin. Herî dawî di sala 2020’an de biboneya ku rêzefîlma ‘Dîrîlîş Ertugrul’ li ser Twitterê rexne kiriye bi hinceta “Zirar daye padîşahên Osmaniyan” hate desteserkirin. Candemîr di nava 4 salan de 4 caran hatiye desterkirin û 3 dozên ku derheqê wî de hatine vekirin, hêji berdewam dikin.

Candemîr Beşa Radyo Radyo Televizyon û Sinemayê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê qedandiye..

Navnîşana hesaba Twitterê ya Candemîr ev e: @oktaycandemir

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nivîskar-Rojnamevan Candemîr ji Partiya Keskan a Çep bernamzetiya xwe ragihand

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *