1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Nîvmaratona Behra Wanê dê bê lidarxistin

Nîvmaratona Behra Wanê dê bê lidarxistin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Caran yekan li Wanê dê bi navê ‘Behra Wanê-Van Denîzî’ Nîvmaratonek bê lidarxistin. Di çarçoveya maratonê de, wê nîvmaratona 21 kîlometreyî û beza gel a 10 kîlotmetreyan bê lidarxistin.

Li Wanê, bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin, 1. Nîvmaratona Behra Wanê dê bê lidarxistin. Nîvmaraton wê di 12 Hezîranê de roja Bazarê saet di 09.00’an de ji Qada Beşyolê destpê bike.  Di berdewamiyê de bezvan dê xwe berdin qerexa Gola Wanê û ji wir dîsa li navenda bajar wê nîvmaraton bi dawî bibe.

Di nîvmaratonê de wê nêzî 100 hezar TL jî xelat ji bezvanên serkeftî re bê belav kirin.

Waliyê Wanê û Qeyumê Şaredariya Bajarê Mezin M. Emîn Bilmez, di civîna danasîne de axivî û da zanîn ku bona Wanê li her derê bidin nasîn xwestine çalakiyek bi vî rengî lidar bixin. Bîlmez, her wiha destnîşan kir ku wê hejmerek zêde bezvanên profesyonel jî tevli nîvmaratonê bibin û bang li gelê Wanê kir ku tevli beza gel bibin.

Kesên ku dixwazin tevli maratonê bibin dikarin ji navnîşana https://www.vandeniziyarimaratonu.com/  agahiyan bidest bixin.

Serhat New

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nîvmaratona Behra Wanê dê bê lidarxistin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *