Partiya Çepên Kesk xebatên hilbijartinê bê navber berdewam dike

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Namzetên Partiya Çepên Kesk ku li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber berdewam dikin.

Li Amedê, namzetên Partiya Çepên Kesk serdana rêveberiya Herêma Senayiya Organîze (OSB) kirin. Di serdanê de namzetên parlamenteriyê Halîde Turkoglû, Cengîz Çandar, Mehmet Emîn Aktar, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Bajêr û Hevserokên HDP’ê yên Bajêr tev li bûn. Serokê Lijneya Rêveberiya OSB’ê Mûstafa Fîdan, Wekîlê Serokê Şandeya Muteşebbis ê OSB’ê Ramazan Şîmşek, endamên lijneya Rêveberiya OSB’ê Yuksel Kaya, Kamûran Azîzoglû û Mehmet Kaya şande pêşwazî kirin.

Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy a di serdanê de axivî diyar kir ku ber bi hilbijartineke gelek girîng ve diçin û wiha got: “Ev ne tenê hilbijartineke ku rêveberiyê biguherîne ye, dê bibe hilbijartineke ku sedsala Tirkiyeyê ya bê jî were axaftin. Em dixwazin dengê hemû dînamîkên li Amedê zêdetir bên bihîstin.”

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê li Licê jî bi jinan re civiya. Namzetên parlementeriyê Sorgul Aytek, Ceylan Akça û Hevseroka DBP’ê ya Amedê Hasîbe Yazdik,Tevgera Jinên Azad (TJA), rêvbirên DBP û HDP’ê yên navçeyan ji hêla şêniyên taxa Malamihêbiro ve bi dilgermî hatin peşwazîkirin. Şande mal bi mal geriya û li ser pusûleya dengan cihê partiyê nîşanê şêniyanê taxê da.

Namzeta Partiya Çepên Kesk Sevîlay Çelenk û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê  Hayrettîn Altûn jî serdana gundên Malaxumê û  Cundiyan ên navçeya Pîranê kirin. Gundiyan şandeya partiyê bi dilgermî pêşwazî kir. Li hêla herêma Têrkan ve jî gundiyan şandeyê bi coş pêşwazî kir û çay û xwarin îkramî şandeyê kirin.

Partiya Çepên Kesk xebatên hilbijartinê bê navber berdewam dike - Partiya Cepen Kesk xebaten hilbijartine be navber berdewam dike 3

ŞIRNEX

Partiya Çepên Kesk li Botanê gund bi gund xebatên xwe yên hilbijartinê dide meşandin. Bi tevlibûna namzetê parlamenteriyê yê Şirnexê Bedîrhan Osal û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçe û Partiya Çepên Kesk li gundên Barim, Xirabêneyiran, Xêlanî, Dikiye û Zengûlûk ên girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê bi şeniyên gund re civiyan. Gundiyan endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk bi coşeke mezin pêşwazî kir.

Beriya destpêkirina bernameyê jinan bi tilîliyan govend gerandin. Li gundê Xirabêneyiran namzetê Partiya Çepên Kesk Bedirhan Osal axivî. Osal, diyar kir ku coşa gel a li hemberî partiya wan encamên hilbijartinê diyar dike û got: “Coşa we hêviyê dide me. Em bawer dikin ku em ê di 14’ê Gulanê de serbikevin. Em vê heviya serkeftinê di çavên dayikên xwe de dibînin. Em hemû bi hev re dê 14’ê Gulanê erka xwe ya dîrokî pêk bînin û bersiva pêwîst bidin vê hikumetê. Di van 21 salan de li dijî gelê me her cûreyê êriş pêk anîn. Em di çavên gelê xwe de dawiya vê hikumetê dibînin. Ji ber wê em ê di 14’ê Gulanê de em ê xwedî li dengê xwe derkevin.”

Partiya Çepên Kesk xebatên hilbijartinê bê navber berdewam dike - Partiya Cepen Kesk xebaten hilbijartine be navber berdewam dike 2

Bername bi govend û dirûşmeyên “ Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Li Şirnexê jî bi tevlîbûna parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş, namzetê Partiya Çepên Kesk Mehmet Zeki Îrmez û rêxistinên bajêr, esnaf hatin ziyaretkirin û vexwendin mitînga ku dê di 7’ê Gulanê de li Şirnexê bê li darxistin.

Li navçeya Silopiyayê  jî bi tevlibûna namzeta Partiya Çepên Kesk a bajêr Ayşegul Dogan li Taxa Başak gel hat ziyaretkirin û dû re esnafên navçeyê hatin ziyaretkirin. Di ziyaretê de giringiya hilbijartinê hate vegotin û daxwaz hate kirin ku herkes biçe ser sindoqan.

Li navçeya Cizîrê jî bi tevlibûna namzeta Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal gundên li navçeyê hatin ziyaretkirin.

HATAY

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Hatayê Kerem Nalbant û Yûsûf Kimyon, li gundê Ermenan ê Vakifli yê navçeya Samandagê bi xebatkarên çapemeniyê yên herêmî re di taştê de hatin cemhev. Paylan ê di aktîvîteyê de axivî, diyar kir ku wê Kerem Nalbant teqez bişînin Meclisê û îhtîmala hilbijartina namzetê wan ê rêza duyemîn jî zêde ye. Paylan, diyar kir ku Partiya Çepên Kesk yekane partiya ku hemû rengan temsîl dike ye û wiha got: “Tişta ku Hatay dixwaze tam demokrasî ye. Hatay yekane bajarê ku hemû nasnameyên li welat lê hene ye. Yekane partiya ku pirsgirêkên van çareser bike jî Partiya Çepên Kesk e. Heke Partiya Çepên Kesk li Hatayê 2 wekîlan derxîne wê li Tirkiyeyê jî bigihe armanca xwe ya 100 parlamenteran. Pêdiviya Hatayê bi Kerem Nalbant heye. Dê li Meclisê yekane parlamenterê ji Samandagê be. Dema ku Samandag ji nû ve tê avakirin de divê yekî ji Samandagê teqez di Meclisê de hebe.”

Partiya Çepên Kesk xebatên hilbijartinê bê navber berdewam dike - hty 05 05 2023 garo paylan secim calismasi2

Namzetê parlamenteriyê Nalbant ê pişt re axivî jî neheqiyên ku bi OHAL’ê re berî erdhejê û piştî erdhejê hatin kirin rêz kirin. Nalbant, diyar kir ku wê li dijî pêkanînên antîdemokratîk bin û wiha got: “Em ji aliyê pêşerojê ve reşbîn nînin. Biryardarî û baweriya me heye ku em ji vê tarîtiya serdema navîn derkevin. Em ê biguherînin. Ji bo 14’ê Gulanê banga min e; hilbijêrên me li ku bin bila bibin, divê bên ser sindoqan û ji bo Partiya Çepên Kesk dengên xwe bidin.”

Namzetê parlamenteriyê Yûsûf Kîmyon jî anî ziman ku Partiya Çepên Kesk pêkhateya tevgerên jinan, ekolojîstan, derdora çep-sosyalîstan e û ji partiya xwe re deng xwestin.

Bername, bi bersivdayîna şandeyê ya pirsên xebatkarên çapemeniya herêmî bi dawî bû.

SEMSÛR

Partiya Çepên Kesk ku li Semsûrê bênavber xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne, li gundên navendê, navçeyên Sincik û Bêhiştiyê bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê yên bajêr, Alî Kenanoglu, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Ceritli serdana gel kir.

Partiya Çepên Kesk xebatên hilbijartinê bê navber berdewam dike - smsr 05 05 2023 partiya cepen kesk xebat hilbijartin

Namzetên parlameteriyê Îzzet Karadag û Yuksel Yucadag bi heyeta pê re çû serdana welatiyên Sîncikê û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. Şande ku ji aliyê gelê navçeyê ve bi coş hat pêşwazîkirin, li navçeyê belavok belav kirin. Xelkê navçeyê ku ji ber erdhejê zirareke mezin dîtiye, gazincên xwe yên ku ji ber xemsariya desthilatê ya di dema erdhejê de anîn ziman û diyar kirin ku divê êdî desthilat biguhere. Şandeyê li pirsgirêkên gel guhdarî kir û diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel çi ji destê wan bê dê bikin. Namzeta parlamenteriyê Meryem Ceritli jî li navçeya Bêhiştî xebatên xwe berdewam kirin. Ceritli ku di heman demê de ji Bêhiştiyê ye, ji gel re got ku herî baş ew wan fêm dike û destnîşan kir ku ger biçe meclisê dê pirsgirêkên gel baştir bîne ziman.

Namzetên parlamenteriyê Alî Kenanoglû û Bulent Çinar ku li gundên navenda Semsûrê geriyan, guh pirsgirêkên gel ên di warê tûtinê de kirin. Şande ku ji aliyê gundiyan ve bi coş hat pêşwazîkirin, belavok belav kirin û alayên Partiya Çepên Kesk li derdora gund daliqandin. Alî Kenanoglû guh da pirsgirêkên hilberînerên tûtinê û got: “Di 14’ê Gulanê de hilbijartin heye. Di vê hilbijartinê de ev desthilat wê têk biçe. Em ê jî qanûnên ku dê hilberîneran biparêzin derxînin.”

MELETÎ

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê yên bajêr Perîhan Yucekaya, Yusuf Bozkûş, Tulay Şakar, Gaffar Bayram, Rozerin Ercan û Huseyîn Kilinç li navçeyên Şîro, Çirmik, Gowik (Yazihan), Batalgazî û Hekîmxanê yên Meletê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kirin.

Partiya Çepên Kesk xebatên hilbijartinê bê navber berdewam dike - mlt 05 05 2023 partiya cepen kesk xebat hilbijartin4

Namzeta Parlamenteriyê Perîhan Yucekaya û şandeya li gel wê serdana gundên Gowikê kirin û li wir bi şêniyên gund ve li hev kom bûn. Şande li gund belavok belav kirin û ji aliyê gel ve jî bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Her wiha li gundan namzeta Parlamenteriyê Perîhan Yucekaya û şandeya li gel wê mal bi mal geriyan û pirsgirêkên welatiyan guhdarkirin. Yucekaya li gund jinan re got ku parlementereke jin dikare pirsgirêkên wan çareser bike û ji ber wê jî xwest dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Her wiha li gundên ku bandor ji erdhejên Mereşê girtin jî welatiyan destnîşan kir ku ji bo wan tiştek nehatiye kirin û gilî û gazinên xwe anîn zimên. Şande jî ji şêniyên gund re got ku ew ê hemû pirsgirêkên wan bînin rojevê û hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin.

Namzetê Parlamenteriyê Yûsûf Bozkûş û şandeya li gel wî jî serdana gundên Şîroyê kirin. Şande li gund belavok belav kirin û derdora gund bi alayên Partiya Çepên Kesk xemiland. Her wiha şande li gund li ser pirsgirêkên gel sekinî û ji bo çareserkirina pirsgirêkan nêrînên wan girtin. Namzeta Parlamenteriyê Tulay Şakar û şandeya li gel wê jî serdana welatiyên navçeya Batalgazî kirin û tax bi tax û mal bi mal xebatên hilbijartinê domandin. Namzetên parlamenteriyê Gaffar Bayram û Rozerîn Ercan ên li navçeya navenda Çirmikê xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin, bi heyeta bi wan re bi gelê navçeyê re hatin cem hev. Li vir heyetê li pirsgirêkên gel guhdarî kir û belavok belav kirin û behsa xebatên Partiya Çepên Kesk ên li Meletiyê kirin. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Partiya Çepên Kesk xebatên hilbijartinê bê navber berdewam dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *