Pirtûka Kerem Tekoglu ya bi navê ‘Çengek Ax’ derket

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nivîskar Kerem Tekoglu (Keremo) di romana xwe ya bi navê ‘Çengek Ax’ de li ser ‘Komkujiyan Ermeniyan’ disekine. Keremoglu, got: “Tirk dibêjin, ‘Kurdan Ermenî qetilkirine’, bes Kurdan ji ber ku alîkarî da Ermeniyan. Wekî mînak ji ber vê yekê jî bapîrê min û malbata min bûn benaber.”

Kerem Tekoglu di roja îmzayê de li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê bi xwînerên xwe re hat cem hev. Dengbêj Simaîl Seyranoglû ji di bernameyê de stranên li ser qetlîama Gelîyê Zilan gotin. Tekoglu, derbarê romana xwe û xebatên xwe ji Serhat News re hin nirxandin parvekirin.

Tekoglu, ku heta niha gelek belgefîlm, 2 pirtûk û ji bo zarokan li ser perwerdê 20 set çap kirine, di romana xwe ya dawî de balê dikişîne ser ‘Komkujiyan Ermeniyan’ a salên 1915’an. Ew dibêje ku biboneya wê çaxê bapîr û malbata wî alîkarî dane Ermeniyan, tev bûne penaber û jiyana wan tarûmar bûye.

Tekoglu diyar kir, “Dewleta Osmanliyê Ermenî qetilkirin bes dibêjin ‘Kurdan Ermenî qetilkirine’. Dixwazin vê yekê têxin stuyê Kurdan”

Pirtûka Kerem Tekoglu ya bi navê ‘Çengek Ax’ derket - Pirtuka Kerem Tekoglu ya bi nave ‘Cengek Ax derket 2
Kerem Terkoglu

‘Jiber ku malbata min alîkarî da Ermeniyan bû penaber’

Tekoglu, derbarê naveroka pirtûka xwe de hin agahî dan û wiha got:  “Nêzikî 20 sale ez li nav çand û hunerê de bi nivîs û edebiyata Kurdî re eleqeder im. Pirtûkamin a yekemîn li ser helbestê bû 2012’da derçû û navê pirtûke ‘Eş û Evîn’ bû. Piştre 5 pirtûkên min ji bo zarokan navê wê jî ‘xewnên Gulê’ ye.  Dîsa, ‘Ferhengeke Hûquqî’, yanî têgehên hiqûqê min nivîsand.  Herwiha di sala 2021’an de bo perwerdehiya zarokan min  20 pirtûk çap kirin. Min ev berhem hem Kurmancî hem jî Zazakî nivîsîn. Naha jî nêzîkî mehekê navê ‘Çengek Ax’ pirtûkamin hat çapkirin.

‘Malbata min tu carê Ermenî nekuştine’

Terkoglu, derbirî ku ev romana wî ya yekemenîne û wiha domand: “Weke belgeromane min amadekiriye. Ji kurtejiyana malbata min pêk tê. Çîroka wî jî ya bapîrê min e. 1915’an de dema ‘Komkujiyan Ermeniyan’ destpê dike. Bapîrê min alikarîya malbaten Ermenîya dike. Ji ber wê yekê jî, ji wargehên xwe tên derxistin û dibin penaber. Eve sed sale malbata min û kalkê min ji hevdû qut bûne.”

‘Bavpîrêmin tû caran Ermenî qetil nekirin’

Terkoglu, desntîşan kir ku bi romana xwe dixwaze berevajî gotinên ku bûyera Ermeniyan têxin stuyê Kurdan rastîyê bide nîşandin û wiha berdewam kir. “Gelek kes bi taybetî dewleta Tirk dibêje Kurdan, Ermenî qetilkirine. Dixwazin qatliama Ermenîya di hişen Kurdan da bidin cihkirin. A ji we re belge! Bav û kalên min tu carê Ermenî nekuştine. Xwezî li ser rûyê dinyayê, şer, êş û komkujî tunebûna. Lê mixabin sed sal berê jî wûsa bû a naha jî li hemû  deverên cîhanê şer û pevçûn hene.”

‘Ew êş û elem bi hizar caran mala Kurdan da biqewmîye’

Terkoglu, di dawîyê de berdewamkirina qatlîam û şerên li cîhanê bi bîra nî ev tişt lê zêde kir: “Li Sûrîyê nêzî me ne. Li Tirkîyê, Îranê, Iraqê, Ewropa û li hemû cîhanê ev pirsgirêk niha tên jiyandin. Li gorî min eger ku mirovahî bi karîbe li hev bike, ev dinya têra me hemûyan dike.  Niha serjimara dinyayê gihişitiye 8 milyarê. Li ser rûyê dinyayê têra 15 milyon mirovan çavkanî hene. Lê niha 3 milyar mirov li cîhanê birçîne. Ev êşeke pir mezine. Ew êşa herî mazin, bi sed sale li ser singa Kurdane. Li ser axa Kurdane li ser erdê Kurdaye. Ew êş û elem bi hezar caran bi mala Kurdan da biqewmîye.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Pirtûka Kerem Tekoglu ya bi navê ‘Çengek Ax’ derket

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *