1. Haberler
  2. Taybet
  3. ‘Qanûna fetisandina civakê ya di bêdengiyê de ye’

‘Qanûna fetisandina civakê ya di bêdengiyê de ye’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Niqaşên derbarê pêşnûme qanûna ku di raya giştî de wekî qanûna dezenformasyonê tê zanîn û derheqê nûçevaniya li ser medya civakî û înternetê de hatiye amadekirin, di meclîsê de hatin taloqkirin.

Meclîs di 7’ê Tîrmehê de wê dest bi betlaneya navberê bike. Ev qanûn wê destpêka heyama yasamayê meha Cotmehê de wê bê rojeva meclîsê. Li hemberî qanûna navborê li gelek bajaran rojnamevan û saziyên civaka sivîl nerazîbûnên xwe anîn ziman. Derbarê qanûnê de rojnamevan Alî Dûran Topuz û Gonca Tokyol, ji Serhat Newsê re hin nirxandin parve kirin.

‘Ew ne huqûqe’

Rojnamevan Alî Dûran Topuz, got ku ev ne qanûna sansurê ye û da zanîn ku jixwe bo sansurê di destê desthilatê de têrê amûr hene û wiha berdewam kir: “Ev qanûna di bêdengiyê de fetisandina civakê ye. Bo ku derfetên dawî yên di destê çapemeniyê de tune bike ev hatiye amadekirin. Ew vê jî têrê nabînin. Qanûn, daxuyaniyên partiyên siyasî, afîş, danezan û heta pirtûkan jî dike armanc. Jixwe girtina rojnamevanên li Amedê jî ev yek da xuyakirin ku li deverên Tirkyê wê çi bibe. Hiqûqa ku li ser van hevalêr me hatiye ferzkirin di esasê xwe de ne huquke. Di meselela Kurdan de her nivîs, nuçe an jî daxuyaniyê wekî ‘Teror’ didin nîşandan. Ev qanûn derbikeve, desthilat wê hemû tiştî bike sedema girtinê.”

‘Qanûna fetisandina civakê ya di bêdengiyê de ye’ - Ali Duran
Ali Duran Topuz

Rojnamevan Gonca Tokyol jî anî ziman ku di qanûnê de 40 bend hene û got, “Ya herî zêde bi xala 29’an, sûcê ‘ji raya giştî re parvekirina agahiyên şaş’ li Qanûna Ceza ya Tirkiyeyê hat zêdekirin.”

Rojnamegeriyê ji normên gerdûnî dûr dixe

Tokyol got, “Ji girtina malperên nûçeyan ên înternetê yên di çarçoveya Qanûna Çapemeniyê de, tengkirina para reklamê yên weşanên herêmî, zêdekirina rayeyên Midûriyeta Ragihandinê û prosedurên qerta çapemeniyê gelek mijaran vedihewîne. Endamê Dadgeha Bilind jî diyar kir ku wî di civînên komîsyonê de pirsgirêk dîtine û got ku di xala 29’an de xebatên xwe yên rojnamegeriyê her dem bi îfadeyên vekirî ji dadgehê re vedike. Di heman demê de diyar dike ku bi têgînên wekî “ewlehiya hundir û derve” û “aştiya giştî” armanc dike ku rojnamegeriyê ji pîvanên gerdûnî dûr bixe û bixe nava hin rojevên xwe.

‘Qanûna fetisandina civakê ya di bêdengiyê de ye’ - Gonca Tokyol 1024x768 1
Gonca Tokyol

‘Rojnamegerî di bin dara darazê ya hikûmetê de ye’

Tokyol diyar kir ku ev ne tiştekî ku tenê bi desthilatdariya heyî were nirxandin û got, “Bi guhertineke wiha re rojnamegeriya ku divê bibe mekanîzmaya kontrolê û li ser navê hilbijêran çavdêriya rêveberan bike, dikeve bin darê darazê. hikûmetên. Ev û ew hêz hebin ferq nake, sûcê zêde li dijî pênaseya rojnamegeriyê ya di civakên demokratîk de ye.”

’16 rojnameger beriya qanûnê hatin girtin’

Her wiha bal kişand ser daxuyaniya wekîlê HDP’ê Abdullah Koç ku gotibû binçavkirina rojnamegeran a li Amedê di hevdîtinên meclîsê de nêrîna hikûmetê ya li ser çapemeniyê nîşan dide û wiha got: “16 hevalên me yên wê demê di girtîgehê de bûn, beriya ku qanûn derbikeve hatin girtin. Dema mirov li van hemûyan binêre, mirov dibêje qey pakêta ku were derbaskirin ‘amadekariya hilbijartinê ye’ ne şaş e.

Ji xeynî bend 29, pirsgirêkên jêrîn ên pêşniyarê hewce dike ku em li dijî rewşê bin, ew navnîş dike:

“Zexta darayî ya ku tevlêbûna malperên nûçeyan ên înternetê di pergalê de dê li ser çapemeniya herêmî çêbike,

Rojnamegerên serbixwe yên ji Tirkiyeyê yên li derveyî welat dixebitin tên hesibandin, rojnamegerên serbixwe yên li Tirkiyeyê dixebitin hîn jî di çarçoveya qertên çapemeniyê de cih nagirin.

Her çend dixuye ku mafê serlêdana qerta çapemeniyê bi malperên înternetê re berfirehtir dibe jî, di vê pêvajoyê de hema hema tekane desthilatdariya Midûriyeta Ragihandinê ye.”

‘Divê em têkoşîn û hevgirtinê bidomînin’

Tokyol bal kişand ser wê yekê ku li Tirkiyeyê di warê rojnamegeriyê de gelek rêziknameyên qanûnî hene ku divê bi awayekî qanûnî bên çêkirin, lê ji ber hincetên ku wî rêz kirine ne mimkûn e ji vê pakêtê re bibêjin ‘erê’ û wiha got: “Jixwe gelek rêxistinên rojnamegeriyê li ber xwe didin. Li dijî vê yekê piştî navbereke dirêj bi hev re çalakî û bertek organîze kirin.”

Tokyol diyar kir ku partiyên muxalefetê hema hema hemû madeyên komîsyonê rexne kirine yan jî tevkariyê li van xalan kirine, lê belê yek ji wan jî nehatiye qebûlkirin û wiha difikire ku ev nêrîna MHP’ê ya li ser pêvajoyê nîşan dide.

Ji bo vê yekê jî tekez dike ku ne tenê di pêvajoya pêkanîna vê pêşniyarê de, di pratîkên wê de jî dema ku ev pêşnûme bibe qanûn, pêwîst e em hevgirtin û têkoşînê bidomînin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Qanûna fetisandina civakê ya di bêdengiyê de ye’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *