1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Qetliyama Roboskiyê hat bibîranîn

Qetliyama Roboskiyê hat bibîranîn

featured
WÊNE: MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê HDP’ê yê Rêxistina Stenbolê Ferhat Encu ku di Komkujiya Roboskiyê de xizmên wî hatibûn qetilkirin di bernameya bibîranînê ya di goristanê de got: “Serokomar Erdogan gotibû ku ew ê nehêlin serê komkujîyê di korîdorên tarî yên Enqereyê de were nixumandin . Îro li Enqereyê beton rijandin ser komkujiyê.”

Di 11’mîn salvegera komkujiya Roboskiyê, ku di 28 Kanûna 2011’an de 19 jê zarok 34 welatî bi balafirên şer ên Tirk ve hatinbûn kuştin de, qurbanî li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Gelek nûnerên partiyên siyasî tevli bernameyê bûn

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Tifaqa Ked û Azadiyê, parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erinç Sağkan û serokên baroyên herêmê beşdarî bîranînê bûne. Bernameya bibîranînê ya li goristan gundê Roboskiyê hate lidarxistin, bi rêzgirtinê destpê kir.

Hevserokê HDPê yê Bajarê Stenbolê Ferhat Encu, ku komkujiyê de xizmên wî hatibûn kuştin, li vir bal kişand ser bêedaletiya di komkujiyê de û got, “Serokomar Erdogan got ku ew ê nehêlin serê komkujîyê di korîdorên tarî yên Enqereyê de were nixumandin. Îro li Enqereyê beton li ser  komkujiyê hat rijandin.”

Bûldan: Berpisyarên qetliyamê diyar in

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldanê jî axaftinek kir û wiha got, “11 sal derbas bûye lê hê ûcdar nehatine darizandin. Di destê malbatan de tenê wêne hiştin, hêsir di çavên malbatan de hiştin. Lêpirsînek bi bandor nehat kirin, faîl nehatin eşkerekirin. Berpisyarê qetliyamê diyar in. Tişta ku li holê nîne edalet, hiqûq û bêwijdaniya kesên ku vî welatî bi rêve dibin e.”

Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû bal kişand ser nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî komkujiyê û wiha axivî: “Serfermandariya Giştî ya wê demê, siyasetmedarên wê serdemê faîlên vê komkujiyê ne.”

Serokê TBBê Erinç Sagkan jî diyar kir ku “her cara ku ew tê Roboskîyê ji şerma nikare li rûyê malbatan mêze bike.”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî diyar kir ku hemû bûyerên ku têkildarî qetilkirina Kurdan e bi bêcezatiyê biencam bûye û wiha got: “Dema em van tiştan dibêjin guhên xwe digirin. Lê em ê têbikoşin.” (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Qetliyama Roboskiyê hat bibîranîn
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *