Rojnameger Nazîla Marûfiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rojnameger Nazîla Marûfyanê ji ber ku bi bavê Jîna Mahsa Amînîya ku ji aliye polîsên exlaqê yên Îranê ve hatibû kuştin hevpeyvîn kiribû cara çaremîn hatiye girtin. Marûfyanê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Herî dawî jî Marufiyan ku di 30ê Tebaxê de hatibû girtin, daxwaza serbestberdana bê şert û merc û cezakirina efserên ku di dema desteserkirinê de tundî li wê kirine, kiriye.

Marufyana ku li Girtîgeha Evînê girtîye, ji ber tundiya ku lê hatibû kirin, di 31ê Tebaxê de biribûn nexweşxaneyê.

Di 30ê Cotmehê de hatibû girtin

Rojnameger Nazîla Marûfiyan piştî weşandina hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re ya di 30ê Çiriya Pêşiya 2022an de bi fermana Serdozgeriya Polîsan a li Girtîgeha Evînê hatiye girtin û di dema lêpirsîna li navenda girtîgehê de rastî zext û gefên giran ên îtirafkirinê hatiye.

Rojnameger Marûfiyan ji ber zextan du caran nexweş ketiye û ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê.

Marûfiyan di 9ê Kanûna Paşiyê de bi 600 milyon tumen (14 hezar dolar) kefaletê bi awayekî demkî ji Girtîgeha Qarçakê hatibû berdan.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Iranê ji Ilona sala par roja çalakiyên ji bo Jîna Mahsa Aminiyê destpê kiriye heta niha 79 rojnameger hatine desteserkirin. (Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rojnameger Nazîla Marûfiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *