Rojnamevanên li Wanê hatine derpkirin, ket rojeva meclîsê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Alîkarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel, derbarê rojnamevanên li Wanê hatine derbkirin de pêşniyarpirsek da serokatiya meclisê .

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê û Parlamanterê Wanê Tayîp Temel têkildarî rojnamevanên li Wanê ji aliyê parazwanên Walîtîyê ve hatibûn derbkirin de, bi daxwaza bersivandina Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylu pêşniyarnamepirsek da serokatiya meclîsê.

Di pêşniyarnamepirsê de Temel ev tişt gotin:

Li Tirkiyê di demek ku mafên rojnamevanan têne binpêkirin û di dema şopandina nûçeyên de rastî astengiyan tên de, rojnamevan hatine sansurkirin, qewirandin û girtin. Li 24’ê Nîsana 2022’an di dema vekirina kargeha Vanspor FK Store de mudaxaleya fizîkî ya li hemberî rojnamevanan ketiye ser ekranan. Walî û midûrê ewlekariyê jî li wir bûn. Parazwanên walî rojnamevanên ku di çerçoveya peywira xwe de dixwestin wêne bikişinînin derbkirine. Li hemberî tundiya li dijî rojnamevanan berpisyarî ya hiqumetê ye”

Temel, di pêşniyarnamepirsê de jî ev pirs arasteyî Wezîr Soylu kirine:

– Haya we rojnamevanên li Wanê ji alîyê parazwanên Walîtiyê ve hatine derbkirin heye? Ger ku hûn agahdarbin, gelo hûn ê derbarê wan de lêpirsîn bidin destpêkirin?

– Bo ku rojnamevan bêne parastin we çi bername amade kirine?

– Tundiya polîsan ya li hemberî rojnamevanan di rojevê de gelek caran cih girtiye. Boneya rêliber girtina van bûyeran derbarê polîsan de hûnê tedbîrek îdarî pêk bînin an na?

Bi armanca jiholê rakirina astengiyên li ber çêkirina nûçeyan ya rojnamevanan wekî wezaret hûn ê tu tedbîran werbigirin?

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rojnamevanên li Wanê hatine derpkirin, ket rojeva meclîsê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *