1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Saziyên Mafê Mirovan bo Îranê bang li Desteya Mafî Mirovan a NY kirin

Saziyên Mafê Mirovan bo Îranê bang li Desteya Mafî Mirovan a NY kirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hejmarek zêde saziyên mafê mirovan yên netewî û navnewetî bang li Desteya Mafê Mirovan a Neweteyên Yekbûyî (NY) kirin ku bo guftugokirina sûçên Îranê yên li hemberî çalakgeran, civînek taybet saz bike.

Piştî ku jina Kurd a 22 salî Jîna Mehsa Amînî li Îranê hate qetilkirin, li vî welatî ev meheke bê navber çalakî tên lidarxistin û gel daxwaza azadiyê dike.

Her wiha rejîma Komara Îslamî ya Îranê jî, bi avayekî hov û dijmirovîn mudaxaleyê van çalakiyên gel ên demokratik dike. Mixabin tevî vê rewşê civaka navnetewî hêj bêdeng e. Di vê çarçoveyê de 43 saziyên mafê mirovan yên netewî û navnetewî bang li Desteya Mafê Mirovan a NY’yê kirin ku bo guftugokirina sûçên rejîma Îranê yên li hemberî gel civîneke taybet lidar bixe.

Li gor nûçeya Bîanet Kurdiyê, van saziyan di daxuyaniya xwe de gotine, “Li Îranê gelek jin, mêr û zarok di nava metirsiya mirin, seqetkirin, îşkencekirin, êrîşa zayendî û girtinê de ne” û “metirsî heye ku delîlên sûcên giran winda bibin.”

‘Şermezarkirin têrê nake’

Di daxuyaniyê de saziyan gotinên bavê Mîlan Haghigiya 21 salî bibîr xistiye ku wî gotibû, “Mirov li bendê ne ku NY me û xwenîşanderan biparêze. Ez jî dikarim (dezgehên Îranî) şermezar bikim, hemû cîhan dikare wan şermezar bike, lê ev şermezarkirin kêrî çi karî tê?”.

‘Bila mekanîzmayek bê avakirin’

Van saziyan di berdewamiya daxuyaniyê de gotiye: “Dema çalakiya watedar a ku civaka navnetewî mekanîzmekê ava bike, ji zû de hatiye û kêmek maye ev dem derbas bibe, ew mekanîzmaya serbixwe, bikaribe lêkolînê bike, raporan binivîse û hesaban bide.” Saziyan bi vê gotinê bang li Desteya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê kiriye û xwestiye dest bi kar û baran bike.

Saziyan her weha ji NYyê daxwaz kiriye ku bi lez û bez civîneke taybet saz bike û bila di vê civînê de sûcên cidî yên li gorî hiqûqa navnetewî û binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên li Îranê bûne, bên nîqaşkirin.

Saziyên ku daxuyaniya hevpar îmze kirine ev in:

Navenda Mafên Mirovan a Îranê ya Abdurrahman Borumandî

Mafparêz

Li Îranê ji bo hemû kesan mafên mirovan

Rêxistina Efûyê ya Nanetewî

Xala 18ê

Xala 19ê

Arseh Sevom

Komeleay Mafên Mirovan a gelê Azerbeycanê li Îranê (AHRAZ)

Komeleya Mafên Jinan a di Geşepêdanê de (AWID)

Kampanyeya Aktivîstan a Belûciyan

Koma Mafên Mirovan a Belûcistanê (BHRG)

Enstîtuya Lêkolînên Mafên Mirovan a Kahîreyê

Navenda Mafên Mirovan a Îranê

Navenda Piştevanên Mafên Mirovan

CIVICUS

Li dijî cezayê kuştinê bi hev re (Ensemle Contre la Peine de Mort)

FEMEN

Rizgarbûna ji îşkenceyê

Parazvanên xeta pêşiyê

Navenda Berpirsiyariya Parastinê ya Kurewî

Navenda Mafên Mirovan a Kendavê

Haalvsh

Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw

Aktivîstên Mafparê ên Îranê

Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan

Etkî Îran

Komîsyona Hiqûqnasan a Navnetewî

Federasyona Mafên Mirovan a Navnetewî (FIDH)

Beşa Mafên Mirovan a Navnetewî (ISHR)

Mafên Mirovan a Îranê

Navenda Dokumantasyonê ya Mafên Mirovan a Îranê (IHRDC)

Edalet ji bo Îranê

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê – Cenêv (KMKK-G)

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê

Rêxistina Mafên Mirovan Kurdpa

Yekîtiya Parastina Mafên Mirovan a li Îranê

Koma Mîaanê

Koma Mafên Kêmnetewan a Navnetewî (MRG)

Rasank

Weqfa Sîamak Poûzand

Rang (Tora Lezbiyen û Transseksuelan a Îranê)

Yekîtiya Azadî û Aştiyê ya Navnetewî ya Jinan

Rêxistina li dijî îşkencekirinê ya Cîhanî (OMCT)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Saziyên Mafê Mirovan bo Îranê bang li Desteya Mafî Mirovan a NY kirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *