Senetorê Amerîkî gef ji Tirkiyê xwarin: Eger êrîş bike bila bê cezakirin

featured
WÊNE RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Senatorê Amerîkî Chris Van di axaftinek xwe de gef li Tirkiyê xwarin û got, “Eger Tirkiye êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bike, divê ceza li ser Tirkiyê bê ferzkirin.”

Senatorê Partiya Demokrat ê Amerîkî Chris Van Hollen li Washingotonê derbarê hin geşedanên dawî de nirxandin kirin. Li gor nûçeya Rûdawê Hollen, têkildarî astengiyên Tirkiyê yên li hember entamdiya Swêd û Finlandiyayê ku dixwazin tevli NATO’yê bibin de gotiye, “Tirkiye hevpeymanekî bêwefa ye û Tirkiye heq nake mirov F-16’an bifroşe wê.”

‘Kongre wê red bike’

Bi domdarî Hollen dibêje: “Heta Tirkiye endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya NATO’yê qebûl neke ti senaryoyeke bo erêkirina firotina F-16’an nîne. Eger endamtiya Swêd û Finlandiyayê bo NATO’yê qebûl neke F-16 bo Tirkiyê nayên firotin. Eger niha rêveberiya Bîden bo firotina F-16’an zanyariyeke fermî bide Kongreyê, dê ev bê redkirin.”

Rewşa Bakûrê Sûriyeyê

Hollen herwiha di axaftina xwe de anî ziman: “Piraniya Kongreyê di vî warî de di heman nêrînê de ne. Ez wê îhtimalê kêm dibînim, ku Serok Joe Bîden heta endamtiya Swêd û Finlandiyayê neyê qebûlkirin destûrê bide firotina F-16’an. Biden tevî îtiraza Kongreyê dikare firotinê erê bike, lê egera vê yekî nîne.”

Li aliyê din Hollen, derbarê Bakûrê Sûriyeyê de jî gef li Tirkiyê xwarin û got: “Eger Tirkiye êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bike divê ceza li ser Tirkiyê bê ferzkirin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Senetorê Amerîkî gef ji Tirkiyê xwarin: Eger êrîş bike bila bê cezakirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *