1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Serhildana Îranê dê li Amedê bê guftûgokirin

Serhildana Îranê dê li Amedê bê guftûgokirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serhildana gelê Îranê ku ev demek dirêje berdewam dike, dê li Amedê di panelekî de bê guftûgokirin. Panela bi navê “Îro û siberoja serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê” ji aliyê Dibistana Marksîst a Amedê ve tê organîzekirin.

Dibistana Marksîst a Amedê (DMA) sibê dê li Amedê bi navê “Îro û siberoja serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê” panelekê li dar bixe. Panel wê li Otela Demîr a li navçeya Sûrê pêk were.

Gelek mijarên girîng dê bên nîqaşkirin

Di panelê de wê mijarên wekî “Dînamîkên guhertinê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji sala 1979’an heta roja îro, rola jinê ya di guhertina şoreşgerî ya li Kurdistan û Îranê de û encamên hilweşîna rejîma Îranê ku li ser Kurdistan û herêmê serdest e” bên nîqaşkirin.  

Şerefxan Cizîrê dê moderatoriya penelê bike û endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Xecê Şen, Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Dr. Kawa Mahmoud, endamê Polît Buro yê Partiya Zehmetkêşan a Kurdistan Bêkas Qadîr û li ser navê DMA’yê Serokê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek dê wekî axaftvan tevli panelê bibin. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serhildana Îranê dê li Amedê bê guftûgokirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *