Serokomar Erdogan derbarê rojeva Tirkiyeyê de hin peyam dan

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokomar Recep Tayyip Erdogan di vegera gera xwe ya Budapeşteyê de, derbarê rojeva Tirkiyeyê de hin peyam dan.

Serokomar Erdogan ku bo hin hevdîtinan çûbû paytext Budapeşte ya Romanyayê, dema vegerê de, di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivandin.

Serokomar Erdogan der heqê mijara zema ji bo teqawidan da wiha peyam da, “Memûrên me ra zem hat, ji teqawidên me ra tiştek nehat, ma tiştekî wisa dibe. Em ê gavên dê dilê wan xweş bike jî biavêjin.”

Erdogan axaftina xwe wiha domand:

“Em ji bo Stenbolê veguherîna 1,5 milyon xaniyî pêşbînî dikin, lewma jî wext tune ku vala were xerckirin. Rewşeke me ya wisa tuneye ku em tu xebatî giran bigirin.

Kiliçdaroglu bi min ra ket çend pêşbaziyan? Di 13’an da 13 wergirt. Niha 14 be jî 15 be jî ji vî hevalî tiştekî nayê. Ya herî bi xêr ew e ku xwe bide alî û biçe.

Erdogan di mijara heywanên serberedayî yên li ser kuçe û kolanan de ji  wiha got, “Li Ewropayê ku çawa hatibe çareserkirin, em ê heman sepanan cîbicî bikin. Peywira me ye ku em kuçe û kolanên xwe bikin ewledar.” (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokomar Erdogan derbarê rojeva Tirkiyeyê de hin peyam dan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *