Sûrên Amedê tên restorekirin

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Sûrên Amedê yên mîrateya dinyayê ji bo li ser xwe bimînin tên restorekirin

Xebata restorekirina Sûrên Amedê yên di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCO’yê da, destpê kir.

Xebatên ku ji aliyê Şeredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di bin rêveberiya qeyum de ye, 3 sal berê hatibûn destpê kirin.

Di xebatên ku îhaleya 8 etaban hatin kirin da heta niha ji 98 bircan restorasyona 70’yan temam bû.

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Abdullah Çiftçi diyar kir ku ew bênavber xebatan dimeşînin da ku sûr bimînin û bigihêjin serdema nifşên siberojê jî û wiha dewam kir, “Ev pêvajoya restorasyonê ya me daye destpêkirin, pêvajoya herî mezin a di dîroka komarê da ye. Berî niha 17 birc ji hêla Wezareta Çandê va hatibûn restorekirin. Piştî wê 53 birc jî di çarçoveya 8 etabên ewil da hatin restorekirin. Ango restorasyona 70 bircan kuta bû. Bi tevahî 98 birc li ser piyan mane û gihîştine roja me. Bi restorekirina 28 bircên mayîn va pêvajoya restorekirina hemû sûran dê kuta bibe.” (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Sûrên Amedê tên restorekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *