Tatî di destê wê de dibe hûnerek bedew

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Jina bi navê Necmiye Tekîn a 50 salî ev 30 sale li Navenda Perwerdehiya Gel de Qursa Hunera Destan dide. Tekîn herî dawî ji Wezareta Çand û Turîzmê pênaseya ‘Hunermenda Tatî (Kulav) wergirtiye. Ew ji ciwantiya xwe vir ve li ser tatî dixebite û gelek berhemên xweşîk ji tatî çêdike.

Tatî an ku kulav, di diroka mirovahiyê de, berhema herî kevnare ya tekstîlê ye. Nayê zanîn ku, ka kengî mirovan dest avêtiye çêkirina tatî. Lê li gor hin zanyaran beriya zayînê di navbera sedsalên 4 û 3’yan de cara ewil mirovan ji mûyê heywanan tatî çêkirine.

Her wiha cara yekan navê tatî di berhema bi navê Îlyada ya Homerosê Yewnan de ku beriya zayînê di sedsalên 7-8’an de hatiye nivîsin, derbas dibe.

Tatî di destê wê de dibe hûnerek bedew - Tekin keceye estetik dokunuslar yaparak modern bir yere tasiyor 5 1024x576 1

Hunermenda Tatî Necmiye Tekîn jî ji tatî, berhemên hunerî yên bedew çêdike. Tatî êdî wekî berê nayê çêkirin û hostayên wê jî hêdî hêdî winda dibin. Tekîn jî bo ku tatî neyê ji birkirin, di warê hunerê de hewl dide ku wê zindî bike.

Tatî di destê wê de dibe hûnerek bedew - Tekin keceye estetik dokunuslar yaparak modern bir yere tasiyor 3 1024x576 1

Ev 7 sale vî karî dike

Tekîn ku ji beşa kincan mezûn bûye, destnîşan kir ku 7 sal beriya niha dest bi çêkirina tatî kiriye û wiha dewam dike: “Di ciwantiya min de meraqa min hebû. Piştî lêkolînên demdirêj yên li ser tatî, min dest bi çêkirina berhemên ji tatî kir. Tevî vê min ji hunermenda tatî Arzû Karagoz jî di warê tatî de perwerde dît.”

Tatî di destê wê de dibe hûnerek bedew - Tekin keceye estetik dokunuslar yaparak modern bir yere tasiyor 2 1024x576 1

Di berdewamiyê de Tekîn behsa çêkirina berhemên tatî dike û dibêje: “Ev karekî pir zehmet e. Tatî bi şêweya tepisandinê tê kirin û ev jî kedek mezin e. Hirî, av, rûnê zeytê û sabûne tê çêkirin. Bo ku hirê bibe tatî bi pehînan em wê ditepisînin. Dû re jî em nexşê wê datînin ser û cardin ditepisînin. Piştre em tatî dişon û bo zuha bibek li cihekî didaliqînin.”

Tatî di destê wê de dibe hûnerek bedew - Tekin keceye estetik dokunuslar yaparak modern bir yere tasiyor 1 1024x576 1
Necmiye Tekîn

Tekîn, derbirî ku piranî ji dervayî Tirkiyeyê eleqe bo tatî heye. Ew dide zanîn ku ji van berheman pere qezanç dike û hewl dide ku berhemên xwe bike marqeyek baş.

Berhemên cur be cur çêdike

Herwiha ew dibêje ku dema behsa tatî dikin tenê kepeneyê şivanan tê bîra mirovan û got ku li gel vê gelek berhemên hunêrî jî ji tatî tên çêkirin. “Hûn dikarin ji tatî hin berhemên din jî çêbikin. Dike armûş û pambo jî bê tevilkirin û kumaşekî baş bê bidestxistin. Wekî mînak çante, êlek û cizme tên çêkirin. Ev berheme dikare zivistanê jî havînê werin berkirin an jî pêkirin. Tatî havînê hinike û zivistanê jî germ e. Ev jî teybetmendiyeke wê ye.”

Tatî di destê wê de dibe hûnerek bedew - Tekin keceye estetik dokunuslar yaparak modern bir yere tasiyor 4 1024x576 1

Tekîn niha xwe amade dike ku berhemên xwe yên nexşê Ûrartuyan jî li ser hene di pêşengehekê de pêşkeş bike.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Tatî di destê wê de dibe hûnerek bedew

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *