1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Tekane parka li taxa Xaçortê ya Wanê wêran bûye

Tekane parka li taxa Xaçortê ya Wanê wêran bûye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parka bi navê ‘Geliyê Botan’ a ji aliyê Midûriyeta Park û Baxçeyan ya Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ve hatiye çêkirin, ji çarenûsa xwe re hatiye terikandin.

Li Taxa Xaçortê (Hacibekîr) ev demeke dirêje tu xebat nayên kirin. Beriya niha di sala 2013’an de li taxê di dema Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya de hin xebat hatibûn kirin. Lê piştî girtina Şeradar Kaya, xebatên li taxê jî hatine sekinandin.

Di sala 2019’an de piştî ku şaredarî cardin ket destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Kolana Hîsarê ya li taxê cara ewil parkek hate çêkirin.

Tekane parka li taxa Xaçortê ya Wanê wêran bûye - Hacibekir Mahallesindeki tek park curumeye terk edildi 4 1024x576 1

Di parka ku bi navê ‘Geliyê Botanê’ hatibû çêkirin de bo zarokan qadên lîstokê, qadên spor û seyranê hatibûn çêkirin. Ev parka ku welatiyan bi dilê xwe lê dem derbas dikir, mixabin, di sala 2019’an de tevî ku bo şaredariyê qeyûm hate diyarkirin, ji çarenûsa xwe re hate terikandin. Tevî ku park bê notirvan hate hiştin, dar, kamelya û qadên din ji aliyê hin kes an jî kesên nediyar ve hate rûxandin.

Tekane parka li taxa Xaçortê ya Wanê wêran bûye - Hacibekir Mahallesindeki tek park curumeye terk edildi 2 1024x576 1

Park hatiye rûxandin

Ji niştecihên taşê Abdulbarî Işik, da zanîn ku di dema çêkirina parkê de gelek kêfxweş bûne û ji ber rûxandina parkê ew niha gelek xemgîn bûne. Işik, di berdewamiyê de got, “Zarok û welatiyan li vir demên gelek xweş derbas dikirin. Bi taybet jî di mehên havînê part tuje dibû. Ev park bi ser daxwaza gel hate çêkirin. Lê ji halê wê berê tu tişt nemaye.”

Tekane parka li taxa Xaçortê ya Wanê wêran bûye - Hacibekir Mahallesindeki tek park curumeye terk edildi 5 1024x576 1

Işik, her wiha dide zanîn ku dema ku şaredarî di destê HDP’ê de bû, di parkê de notirvan hebûye û her roj park dihate paqijkirin. Wî de berdewamiyê de wiha got, “Piştî ku wisa hate terikandin, park ji aliyê hin kes an jî kêsen nediyar ve hate rûxandin. Em dixwazin ev park wekî berê bê çêkirin. Bila berpisyarên ku park wiha lêkirine bên dîtin. Jiber ku bê xwedî hatiye hiştin, park wiha wêranbûye.”

Tekane parka li taxa Xaçortê ya Wanê wêran bûye - Hacibekir Mahallesindeki tek park curumeye terk edildi 7 1024x576 1
Tekane parka li taxa Xaçortê ya Wanê wêran bûye - 23.12.2022 parkin onceki fotolari 1 1
Tekane parka li taxa Xaçortê ya Wanê wêran bûye - Hacibekir Mahallesindeki tek park curumeye terk edildi 6 1140x570 1

Vîdeo-Montaj: Şehrîban Abî

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Tekane parka li taxa Xaçortê ya Wanê wêran bûye
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *