1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Tevî hatina buharê pincar ji derketin bazarê

Tevî hatina buharê pincar ji derketin bazarê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wan û heremê tevî hatina demsala biharê, pincarên bi şîfa yên bihare jî li ser dezgehan cihê xwe wergirtin. Ev pincar piranî di xwarinên heremî, çêkirina pênir û bo dermankirina hin nexweşiyan tê bikaranîn.

Pincarên ku li çiya û geliyên bilind ên li Wan û herama derdorê digihijin îsal jî bi hatina bûharê ji aliyê welatiyan ve hatine berhevkirin û cihê xwe li ser dezgehan wergirtin.

Di çêkirina penîr de tên bikaranîn

Ev gîha bi piranî jibo çekirina penîrê Wanê yê bi sîrîk tên bikaranîn. Lê belê tevî vê zadê wan tê çêkirin û hinek ji van pincaran jî, bo dermankirina hin nexweşiyan tên bikaranin. Kengir, Guhbizin, Karî, Sîrik, Stirk, Heliz, Mendê û Siyabo herî pincarên navdarin ku tên berhevkirin û xwarin. Ji bilî van pincaran, Revas jî heye ku di nava gel de wekî fêqî tê xwarin. Bikir û firoşkar îsal biboneya sotemenî gelek buha bûye û bi vê sedemê masrafa çûn hatina çiyayan zêde bûye, bi gazincin.

Tevî hatina buharê pincar ji derketin bazarê - Vanin şifali otlari da ekonomik krizden etkilendi 1 1024x576 1

Feydeya pincar jibo tenduristiya mirovan pir zedeye

Firoşkarekî van gihayan Zekî Girgîn, bo me behsê van pincaran kir û ev agahî dan: “Li herema me bi van pincaran gelek xwarin tên çêkirin. Hêj heyama çêkirina penîrê Wanê dest pê nekiriye. Zêdetir, ev pincar niha di anva avşorkê de bo zivistanê tên girtin. Li derdora Wanê pincar hêj ne derketiye. Giha ji bajarên derdorê tê. Feydeya wan bo tenduristiya mirovan gelek zêdeye ku nayê şimartin.”

Sale carekê tê berhevkirin

Esnafê bazara gihayan Huseyin Girgîn jî derbirî ku dikare nava selê tenê mehek an jî meh nîv ev pincar werin berhevkirin û wiha behsa feydayên van pincaran kir: “Ev pincar jibo nexweşiyên şekir û hezmê bi şîfane. Niha giha ji Colemêrg û Şemzînanê tê. Hej pincarê herama Wanê derneketiye. Di rojê pêşde ew jî dê şîn bin. Tenê salê mehekê ev pincar dertên, lewra welatî eleqeyek zêde nîşan didin. Encax sotemenî pir buha bûye û çûn hatina çiyanan mesrefên xwe pir zêde bûne. Ji ber vê sedemê jî buhayê pincaran li gor sala çûyî îsal zêdeye.”

Tevî hatina buharê pincar ji derketin bazarê - Vanin şifali otlari da ekonomik krizden etkilendi 2 1024x576 1

Li gor sala din pincar îsal buhaye

Herî dawî esnaf Kerem Tîmur jî da zanîn ku pincar bo wî ji Bidlis û herema Reşadiyeya Bidlisê tê û ev agahî dan me: “Niha ji çend cihan tên. Rojên pêş dê li her derê ev pincare derkeve. Ev çiya û gelî hemû çavkaniyeke şifayê ne. Lewma pincarên wan jî bi heman şiklî bi şîfane. Lê mixabin bi sedema buhabûna mazotê îsal buhayê wê zêde bûye.”

Vîdeo-Montaj: Ozlem Yacan

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Tevî hatina buharê pincar ji derketin bazarê
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *