1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Tirkiye û Îsraîl di asta balyozan de têkiliyê ava dikin

Tirkiye û Îsraîl di asta balyozan de têkiliyê ava dikin

featured
Wêne: VOA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu got ku Tirkîye û Îsraîl bibiryarin ku gavên berbiçav bavêjin bona pêşxistina dîyalogeke erênî.

Çavuşoglu, piştî hevdîtina bi Wezîrê Karê Derva yê Îsraîlê Yaîr Lapîd re li Enqerê civînek çapemeniyê ya hevbeş lidar xist. Wî di civînê de got ku Tirkîye û Îsraîl bibiryarin ku peywendîya dualî xurttir bikin.

‘Her du welat balyozxeneyên xwe wê çalak bikin’

Çavuşoglu,  herwiha dîyar kir ku her du welatan dest bi xebatê kirine ku jinûve nûnertîyên xwe yên dîplomatîk di asta balyozan de bixebitînin û wiha pêde çû: “Emê di demeke kurt da serdanên du alî yên asta bilind bidomînin, Ez û Lapid di derbarê tehdîtên ser welatîyên Îsraîlî de jî di nava têkilîyê de ne.”

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid jî sipasîya Tirkîyê kir ku di pûçkirina plana gumanbar ya Îranê ya dijî Îsraîlîyan li Stenbolê alîkarî daye û wî jî di berdewamiyê de ev tişt gotin: “Di hefteyên dawî de bi saya hevkarîya ewlekarî û dîplomatîk ya di navbera Îsraîl û Tirkîyê de jiyana welatîyên Îsraîlê hatin rizgar kirin,”

Di berdewamiyê de Lapîd derbirî, “Ew pêbawer in ku Tirkîye dizane ser vê mijarê de çawa bersîvê bide Îranîyan.”

Îsraîlê hişyarî li welatiyên xwe kiribû

Îsraîlê hişyarî dabû welatîyên xwe ku jiber îhtîmala kuştin û revandina ji alîyê Îranê ve serdana Tirkîyê nekin.

Îranê jiber kuştina Albayekî Nobedare Şoreşê di 22’ê Gulanê li Tehranê berpirsên Îsraîlê tawanbar kiribû û soza tolhildanê dabû.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Tirkiye û Îsraîl di asta balyozan de têkiliyê ava dikin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *